logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

YPG: Em ê Cerablusê jî azad bikin

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir ku Tirkiye ji bo ku kurd li Sûriyeyê mafekî bi dest nexin gelek tawîz day

  • Dîrok: 25/08/2015
  • Beş: Nûçe

NAZIM DAŞTAN / EFRÎN / DÎHA

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir ku Tirkiye ji bo ku kurd li Sûriyeyê mafekî bi dest nexin gelek tawîz daye Amerîkayê û hewl daye têkîliya koalîsyona navneteweyî bi YPG'ê re qut bike. Hemû anî ziman ku Cerablus a ku Tirkiye dixwaze "herêma ewle" ava bike, ew ê li gorî daxwaza gelan azad bikir. Hemû bilêv kir ku YPG dê destûrê nede rêxistineke çete ya din a wekî DAIŞ'ê û da zanîn ku têkîliyên AkP û DAIŞ'ê kur in, di destnên wan de gelek belgeyên ku vê yekê piştrast dike heye. Hemo got ku heke tiştek bê serê şervanên wan ê ku Tirkiyeyê teslîmî Ahrar-u Şamê kiriye dê Tirkiye berpirsyar be. 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo der barê têkîliyên Tirkiyeyê yên bi çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ahrar-u Şamê, xeta Ezaz û Cerablusê û pozîsyona YPG'ê ya îro şunde de agahî da DÎHA'yê. 

'Em ê DAIŞ'ê ji Cerablusê bavêjin'

Hemo destnîşan kir ku piştî ku Girê Spî hate azadkirin vê carê hemû bal çûne li ser xeta Ezaz û Cerablusê û gelên herêmê dixwazin kantonên Kobanê û Efrînê bigihîjin hev. Hemo got ku wan Girê Spî li ser daxwaza gelan çawa azad kirine dê Cerablusê jî azad bikin û DAIŞ'ê ji wir bavêjin, êrîşên li dijî Kobanê dê bi vî rengî bi dawî bibe.Hema da zanîn ku di çarçoveya êrîşên ku ji Cerablusê li dijî Kobanê pêk tên YPG'ê dê di çarçoveya mafê parastina xwe de bajar azad bikin, ji bo Ezazê tiştekî wisa mijara gotinê nîne, DAIŞ ne li wir e, hêzên li Ezazê girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê û girêdayî Hêzên din in, têkîliyên wan bi wan hêzan re hene, ji ber vê yekê jî yi vir rewşeke xetere tuneye.

'Sûriye, Îran û Tirkile ji bo mudaxaleyê herêmê bikin hevdîtin pêk anîn'

Hema derbirî ku rola ku YPG'ê girtiye li ser xwe hin welatan aciz dike bi taybetî jî Tirkiye piştî hemleya Girê Spî gelek aciz dibe. Hemo got ku pêşketinên li Rojava hemû bandorê li parçeyên Kurdistanê dike û ji bo Tirkiyeyê jî pêşketinên nû derdixe holê. Hemo wiha axivî: "Heke Cerablus û herêmên din jî wekî Girê Spî bihatana rizgerkirin ev pirsgirêk dê bigihîşka merhaleyeke din. Dê axa Rojava jî dagir bikirana. Ji ber vê yekê Sûriye, Îran û Tirkiye ji bo ku mudaxaleyê van herêman bikin hevdîtin pêk anîn."

'Armanca Tirkiyeyê pêşî girtina Rojava ye'

Hemo anî ziman ku Tirkiyeyê xwestiye hêzên koalîsyonê piştgiriya ku didin YPG'ê, bidin wan û Tirkiyeyê ji hêzên koalîsyonê re ev tişt gotiye: "Li dijî DAIŞ'ê em şer bikin, li wî herêmê em hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê û komên tirkmenan bi cih bikin." Hemo wiha berdewam kir: "Lê di esasê xwe de armanc ne ev e. Armanca esasê pêşîlêgirtina pêşketinên li Rojava ye. Vê bi rengên cuda dixwazin pêk bînin. Hêzên koalîsyonê di ferqa vê yekê de ne. Ew jî li gorî xwe di nava hewldanan de ne. Baş dizanin ku DAIŞ, Nusra û çeteyên din ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin. Ji ber vê yekê ew jî bi vî rengî dixwazin Tirkiyeyê bikişînin nava pêvajoyê ku bi vî awayî pêşiya çeteyan bigirin."

Tirkiye û Amerîkayê di hin mijaran de li hev kirin

Hemo da zanîn ku planên Tirkiyeyê hene û Tirkiye li herêmê hemû polîtîkayên xwe li ser esasê dijberiya kurdan ava dike. Hemo ev agahî da: "Tirkiye dibêje em dikarin dev ji hemû tiştan berdin, hemû tişatn bifiroşin. Em ê hemû belgeyan îmze bikin. Em ê xizmeta pêwîst bidin hêzên navneteweyî. Lê divê kurd bi tu awayî pêş nekevin." Hemo got ku ji ber vê yekê jî di vî xalê de Tirkiye û Amerîkayê li hev kirine û wiha got: "Li gorî peymanê Tirkiye dê li dijî DAIŞ û hêzên terorîst bikeve nava şer. Hêzên koalîsyonê jî dê li hemberî vê yekê bi taybetî Amerîka di şerê Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan çavên xwe bigire. Dema ku em dişopînin vê dibînin. Lê dixwazin vê bibêjin, emrê vî planê pir kêm e. Roj bi roj dê ev plan derkeve holê. Ev herdu hêz ji bo planên xwe li hemberi hev astengiyan derdixin. Ev jî nîşan idde ku dê dostaniya wan demkurt be. Em dixwazin ev plan derkeve holê û şer jî kur nebe, mirin kuştin çênebe. Pêvajoya plana wan destpêkiriye. Tirkiyeyê plana xwe bi riya tirkmenan xistiye dewreyê. Ji ber vê yekê jî YPG'ê bang kir û got ku pêşeroja tirkmenan bi Sûriye û gelê Rojava ve di înşaya hevpar de ye. Tirkmen bi bûna amûrê lîstikên qirêj ên Tirkiyeyê ve nikarin pêşeroja xwe înşa bikin."

Tirkiyeyê projeya Amerîkayê tasfiye kir

Hemo bal kişand li ser mijara ku Amerîka li axa Sûriyeyê di çarçoveya bernameya hînbike, araste bike de de jî got ku Tirkiye û Amerîka li gorî planên xwe hêzan amade dikin. Hema diyar kir ku Tirkiyeyê di çarçoveya vî planê de Tumena 30'emîn ji sînor derbas kirine û teslîmê çeteyên El Nusrayê kiriye û bi vî rengî Tirkiyeyê bi awayeke aşkera ev hêz tasfiye kiriye, polîtîkaya Amerîkayê ya ku dixweze li Sûriyeyê derbasî pratîkê bike asteng kiriye. 

Sultan Murat bi çeteyên El-Nusra tifaq çêkir

Hemo diyar kir ku tugayên bi navê Sultan Murat û Fatih Sultan Mehmet ên Tirkiyeyê li gorî polîtîkayên xwe amade kirin û şandin Ezazê bi çeteyên El Nusra re tifaq çêkirin û li gorî tifaqê li hemû heremên Nusra lê dê van koman bi cih bike. Hemo anî ziman ku ev yek ji aliyê Nusra ve hate piştrastkirin û ev yek jî nîşaneya ji berê heya niha Tirkiye û Nusra bi hev re ne.

'Em li heremê destûr nadin li şuna çeteyên DAIŞ'ê çeteyên din pêk bên'

Hemo da zanîn ku ev senaryo li heremên çeteyên DAIŞ'ê li heyî jî dê berdewam bike û wiha got: "Dê li herêma Soran û Cerablusê şerekî nimûnîe derbixin.

Pişt re dê DAIŞ ji heremê derbikeve û dê bêjin tugayên Sultan Murat û Fatih Sultan Mehmet herêmê azad kirin. Tirkiye dixwaze di navbera Kobanê û Efrînê de van polîtîkayan pêk bîne. Lê li gorî siyaset û polîtîkayên navneteweyî ev nêzîkahî sernakeve. Planên me jî yên li hemberî vê heremê hene. Dibe ku weke Girê Spî bi lez nebe. Rewşa heremê ya konjonkturel li ber çavan e. Tu kes nikare bêyî kurdan li heremê polîtîkayan bidomîne. Em jî dixwazin bi polîtîkayên kur encamên zelal bigirin. Heke li vê heremê hêzên demokatîkbûna Suriyeyê biparêzin û dostên me hebin tu pirsgirêk çênabin. Heke ji wir DAIŞ'ê rabikin û li şuna wê DAIŞ'ekî din bînin cihê wê ev yekê ji bo me pirsgirêkekî gelek mezin e.Em jî ji bo ewlehiya xwe û kantonên xwe bigihînin ve dê şer bikin. Incax em dikarin wisa tevahiya axa Rojava biparêzin."

'Têkiliya DAIŞ û Erdogan gelek kur e'

Hemo bilêv kir ku nûçeyên Tirkiye li DAIŞ'ê dide derew in û tu caran tiştekî wisa çênebûye û li hemberî qadên DAIŞ lê tu tişt nekirin belavajî vê yekê qadên YPG lê hatin bombebarankirin. Hemo destnîşan kir ku Tirkiye ji ber têkîliyên wan ên bi DAIŞ'ê re derketin holê dê DAIŞ'ê ji heremê bikşîne û bi hêzên li şuna wan bi cih dikirin dixwazin pêkanînên xwe bikin. Hemo derbirî kir ku DAIŞ û Nusra welatê herî ji xwe re nêz dibînin Tirkiyeye. Hemo diyar kir ku têkîliya DAIŞ û AKP'ê gelek kur e û têkîliya wan bi tiştên derketin holê bi sînor nîn e û heke Erdogan hinek bê lêkolînkirin dê têkîlî heya Afganîstan, Suudî Arabîstan û Katarê biçe. Hemo balkişand ser çeteyên Ahrar-u Şamê û got ku Tirkiye ji vê rêxistinê re biyanî nîn e û têkîliyên wan bi vê rêxistinê re nû nîn in, hemû kadroyên çeteyan kesên li Iraq û Afganîstanê şer kirin in.

Tirkiye bi DAIŞ, Nusra û çeteyên din re li Dîlok û Kîlîsê hevdîtin kir

Hemo anî ziman ku di demên dawî de MÎT li Dîlokê bi Nusra û komên Tirkmen re civîn li dar xistin û bi vê yekê re li Kîlîsê jî MÎT, DAIŞ û komên Tirkmen civîn li dar xistin û dê demek nêz de belgeyên nû yên têkîliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan didin biweşînin. Hemo da zanîn ku di destê wan de belgeyên lîstikên qirêj ên Tirkiye û DAIŞ'ê hene û jib er lîstikên gelek qirêj in exlaqê wan nadin parve bikin.

Ji Nusra re hişyarî

Hemo bilêv kir ku Tirkiyeyê 6 şervanên YPG'ê ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozê re teslîmî rêxistina Ahrar-u Şamê kirin û Tirkiyeyê li gorî hiqûqa navneteweyî sûc şer kir. Hemo destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û heke tiştek bi serê hevalên wan bê berpirsiyarê vê yekê Dewlet Tirkiyeyê. Hemo herî dawî got heke çeteyên El-Nusra Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê Fermandariya YPG'ê ya Efrînê Cemal Qasim ê ku 14'ê tebaxê de girtin serbest bernadin dê bi tund bersiva Nusra bidin.

'Em dê Raqqayê bi gelan re azad bikin'

Hemo derbirî kir ku bajarê Raqqayê yê gelê Suriyeyê yê dewlemend e û dê bi gelên erep, suryanî, tirkmen û gelên din re Reqqayê ji çeteyên DAIŞ'ê azad bike. 


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî 60 salan di nifûsa Çînê de guherîn çêbû

ad

Li Rojava çend partiyan ji bo hilbijartinê serî lê da?

ad

Derewan li we dikin! Li Sûriyê kurd bi ser ketin

ad

Ev foto li DYA'yê bûn sedema nîqaşan

ad

Li Îranê 6 belgefîlmkar hatin girtin

ad

PIRTÛKA GIRÊ SPÎ

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname