AMED
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya KCD'ê, nerazîbûn nîşanî birîna daran, çêkirina HES'an, xebatên derxistina gaza tehtan, lêkirina avahî û AVM'yan li Geliyê Dîcle û Dehlên Hewsel da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên DOU-DEF Û Meclîsa Ciwanan a BDP'ê.
Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi destûra Zanîngeha Dîcle û Midûriyeta Karên Av û Daristanê, li Geliyê Dîcle û Dehlên Hewselê birîna daran dewam dike. Bi salan e tê xwestin ku bi hinceta ewlekariyê bendav û HES bên çêkirin, dîroka mirovahiyê di binê avê de bê hiştin û rewşa xwezayî ya herêmê were xerakirin. Di demên dawî de di serî de li Amedê, êrîşên li dijî xwezaya me ya Kurdistanê zêde bûye. Li navçeya Farqîna Amedê gaza zinaran, li Geliyê Dîcleyê 3 HES û îlana qada rezerv ji bo avahiyê li herêma daristanê ya bajêr, daxwaza çêkirina AVM li qada stadyûma berê, mînakên vê ne."
Komîsyona KCD'ê da zanîn ku li dijî van xebatan wan her tim helwestek zelal a alîgiriya xweza û civakê nîşan daye û got, "Em piştgiriyê didin çalakiyên DOU-DEF û Meclisa Ciwanan a BDP'ê. Ji bo êrîşên li dijî çavkaniyên xwezayî û eko-sîstem a Kurdistanê rawestînin em bang dikin ku bi gelê Amedê re her kes li dora Dehlên Hewselê bicivin."
Ciwan ber xwe didin
Di vê navberê de ciwanên DOU-DEF Û Meclîsa Ciwanan a BDP'ê li Hewlesê roja 1'ê adarê kon danîn û xwedî li daristanê derdikevin. Li Hewsela Amedê dîroka bexçeyê heta hezaran salan diçe.


