logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Hemû Berhemên Ehmedê Xanî bi hev re hatin çapkirin

Weşanên Lîsê di bin navê "Hemû Berdem" de pirtûkên Ehmedê Xanî di pirtûkekê de çap kir.

  • Dîrok: 28/05/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Weşanên Lîsê di bin navê "Hemû Berdem" de pirtûkên Ehmedê Xanî di pirtûkekê de çap kir.

Ehmedê Xanî yek ji rêberên wêjeya kurdî ye. Wî herhal ji her kesî zêdetir qîmet daye kurdî û bi kurdî berhevm nivîsandiye. Ji ber girîngiya Xanî û hêjabûna berhemên wî ev 300 sal in berhemên wî her carê li cihekê bi awayekî têne çapkirin. Vê carê Weşanên Lîsê xwe da ber vî barî û hemû pirtûkên Xanî di pirtûkekê de bi navê "Hemû Berhem" weşand.


Weşanxaneyê bi gotina "Mirov dikare bi dilfirehî destnîşan bike, ku bi hêza xwe ya wêjekariyê ve Ehmedê Xanî yekane şexsiyetê kurd e desthilatdariyeke bi vî rengî bi dest xistiye. Dengê wî yê bilind û pirşax, bi riya deqa hemû berhemên wî, ev zêdeyî sê sed salan e li paşxaneya hişê me, li bîra Kurdbûnê deng vedide. Çapkirin û belavkirina hemû berhemên Ehmedê Xanî’yê xwediyê derd û kula me, ji vî awirî ve, karekî derengmayî ye" berhem pêşkêş kiriye.
Berhemên Ehmedê Xanî yên ku bi saya serê destnivîsên cur bi cur gihiştîne îro; mesnewiya wî ya mezin a bi navê Mem û Zîn, ferhenga bi navê Nûbara Biçûkan a ku Xanî ji bo zarokên kurd amade kiriye, da ku ew bikaribin erebiya ku zimanê wê dewrê yê ronîbûn û rewşenbîriyê ye bi hêsanî fêr bibin, her du berhemên wî yên bi navên "Eqîdeya Îslamê" û "Eqîdeya Îmanê", her wiha helbestên ku bi ser Dîwana wî ve têne hesibandin, hemû ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve, di bin rêza bi navê 'Bênder', bi sernavê "Hemû Berhem", wekî pirtûkekê, bi çapeke xweşik çap kir.  

Weşanên Lîsê di vî warî de gava pêşîn avêt, bi hemû berhemên Ehmedê Xanî ve, ku ji pênc pirtûkan pêk tê, li jêr rêza bi navê Bênderê, dest bi ji nû ve edîtkirin, çapkirin û belavkirina berhemên kurdî yên damezirîner û kanon kir. Pispor, lêkolîner û nivîskarên ku li ser Ehmedê Xanî xebat kirine, hêz û piştgiriya manewî dan kedkarên vê berhemê.
Helbestvan Kawa Nemir edîtoriya berhemê kir û helbestvan Selîm Temo jî bi pêşgotina xwe ve destnîşan kiriye ku girîng e hemû berhemên Ehmedê Xanî ji nû ve bêne xwendin.
Weşanxaneya Lîsê li ser armanca çapkirina berheman jî wisa dibêje, "Ferheng, ziman û wêjeya kurdî warekî adan e, weşanxaneya me bi çapkirina vê berhema bi navê Ehmedê Xanî-Hemû Berhem ve nîşan dide, ku ev war ne bê xwedî ye, ya jê girîngtir jî, dê ev berhem di ber destên nifşên nû re derbas bibin, dê bi têgihiştineke hê hevçaxtir werin helsengandin. "

Ji bo têkilî: Weşanxaneya Lîs
TEL: 0 412 228 97 76
wesanenlis@yahoo.com

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 22 11 2026

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

news
  • 18 11 2026

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news
  • 09 11 2026

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news
  • 02 11 2026

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
  • 30 10 2026

Elizabeth Eulberg bi ‘Seven Summers’ derdikeve ser rêya nivîsandina ji bo mezinan 

news
  • 29 10 2026

Ji fikrên Arjen Arî pirtûka 'Xwediyê peyva serhildêr im' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Fîlmên Sergey Parajanov li benda we ne

ad

Li peravên torê torên evînê

ad

Bi kurdî kovareke wergerê: TABULARASA derket

ad

NBC bi girtina 6 xelatan mohra xwe li şeva Siyadê da

ad

Hunermendan kampanyaya 'Sindoqê Hembêz Bike' da dest pê kirin

ad

Agahî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname