Koma muzîkê Mahabad li Mêrsînê kar û barê muzîkê dike. Kom îsal beşdarî gelek festîvalên li bajarên kurdan bû.
Wan ji bo strana xwe "Pel û Payîz" klîbeke kişandibû û niha dest bi amadekirina kişandina klîbeke din kirine.
Em "Pel û Payîza" wan dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin.
Derhêneriya klîbê Hasan Akgul kiriye û produktorî jî Wekfîlm. Strana ku gotirên wê aîdê Serhat Hemdem, muzîka wê Serhet Hemdem û Arif Adali çêkiriye, stranbêjiya wê Yeqîn H. kiriye.
Bi hêviya ku dê Mahabad gelek stranên wisa xweşik pêşkêşî muzîka kurdî bike, em klîbê pêşkêşî we dikin.
Fermo: