logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn
  2. Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)
  3. Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir
  4. Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn
  5. Dema hûn vê nûçeyê dixwînin, hûn hinek din dibin feqîr
news-details

KNK û erkên giran

  • Dîrok: 29/09/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

NECÎBE QEREDAXÎ

Panzdehemîn Civata giştî ya KNK'ê 3 rojan li Brukselê hat lidarxistin. Çil û çar partiyên siyasî, şeş partiyên çavdêr û bi dehan mêvan beşdar bûn û têr û tije li ser pirsgirêkên heyî li Kurdistan, siyaseta dagirkeran, konseptên şer, û derfet û xeteran gufftûgo hatin kirin. Di civata giştî de hem rexne, hem jî pêşniyaz ji bo çareserî, pêkanîna yekdengiya neteweyî û bipêşxistina demokrasiyê hat kirin, girîngiya yekîtiya demokratîk bi gelên din re di çarçoveya demokratîkkirina Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê de û li ser pirgirêkên hawîrdor, civakî û aborî nîqaşên berfireh hatin kirin. 

Di peyamên pêşkeşkirî de tevî îdeolojî û siyasetên cuda, lê di axaftinê de hemûyan bi rengekî hevpar got, pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye lê kêmtir nîqaş li ser pirensîba demokrasî di yektîtiya neteweyî de hatin kirin, jixwe cudahiya rêxistin û partiyên siyasî di vê xalê de ye. 

Jixwe yek ji pirsên ku dema pêş divê KNK li ser kar bike demokratîkkirina siyaseta neteweyî ya kurdan e û hin xalên ku divê mîna xeta sor timî bi bîra hêzên siyasî yên gelê kurd bixin. 

Yek ji wan jî têkilî bi hêzên dagirkerên Kurdistanê ye, ev têkilî divê bikeve ber lêpirsînê ka çi qasî di xizmeta gel de ne, çi qasî ji bo xizmeta komekê ne? Di siyaseta kurdî de bi hev re jiyan çiqasî esas tê girtin? Gotara bi kîn û nefret li hemberî ol û mezhebên cuda divê di siyaseta kurdî de bi taybet jî di ya partiyên olî de were berterefkirin, çi qasî di gotinê de nedihat bilêvkirin jî di piratîkê de mirov didît ku hin jî tabloyên nehez hene û ji wê bi tehlûketir, siyaseta li ser bingeha berjwendiyan û parçekirinê ye, jixwe ev sedema sereke ya komkujiyê Şengalê bû, aliyekî din siyaseta kutimî ya hêzên din û derveyî xwe sûcdar dikin.

Serokê PJAK'ê Ebdurehman Hacî Ehemdî di gotara xwe de pir zelal anî ziman "divê em di hundirê xwe de li sedemên şikestina xwe bigerin, dema komara Kurdistanê li Mehebadê hat hilweşandin, me Rusya sûcdar kir, dema Şoreşa Rezberê bi Serokayetî Mistefa Barzanî şikest di 1975'an da me Amerîka sûcdar kir, ji bo wê jî dema Komkujiya Şengalê pêk hat, em zêde nehejiyan, divê em destpêkê bi çaveke rexneger li dîroka xwe binihêrin û rexnedana xwe bidin."

Ev nêrîna Hacî Ehmedî ku 40 salan di siyasetê de pijiyaye, cewherê meseleyê ji bo hemû hêzên siyasî ku hin partiyên siyasî jî hîn jî li derveyî vê pirensîpê kar dikin, hemû şikest û lawaziyên xwe bi derveyî xwe ve girê didin û kêmasiyên xwe nabînin. 

Tişteke din ku balkêş e di Civata Giştî ya 15'emîn a KNK'ê de ew e ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê hatibûn vexwendin ji aliyê hevserokayetî û desteya Rêveber ve, lê berpirsyarêkî PDK'ê bi navê Ehmed Kanî di hevpeyvînêke bi Radiyoya Dengê Amerîkayê re dibêjê, "em nehatine dawetkirin", ev zêhniyet û şêwazê peywendîdanînê di navberê hêzên siyasî de rewşa herî xerab û herî tirajîk e. Ez bi xwe sê rojan berî Civata Gitşî ya KNK'ê, hem ji yekê ji hevserokan, hem ji endameke desteya rêveber pirsyar kir ka kîjan partiyên siyasî tên, gotin hemû hatine dawetkirin û ji wê zêdetir jî gotin me ji PDK pirsyar kiriye ku di kîjan sireyê de cih bidin wan ji bo pêşkeşkirina peyamê? Lê ne ku ev tenê nehatin, wekî etîka diplomasiyê ku diviyabû bersivê bidin bi hatin û nehatinê, ew jî nekirin, bi watayeke din ne hatin û ne jî bersiv dan. Ev tê çi watayê? Ev tê watayê ku tu timî xwe nabînî û yên din sûcdar dikî. Yê divê werê guhartin ev zêhniyet e. 

Hevserokên KNK'ê û desteya rêveber divê bizanin ku erkeke giran li ser milê wan heye, karê herî giran jî ew e ku van nihêrînên cuda çawa bixin xizmeta yektîtiya neteweyî û herî zehmet jî zorkirina li van hêzan e ji bo ku pirensîpên demokrasiyê esas bigirin. Ez venaşêrim, bi nihêrîna min demokratîkkirina hin hêzên siyasî yên kurd nêzî ne mimkûn e, dibêjim "nêzî" ji bo ku meseleyê mutleq nekim. Lê barê KNK'yê bi rastî jî giran e. 

Bi baweriya min peyama herî bi wate, peyama endama konseya birêveberiya KCK'ê û serokê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan e, dema wî got, "em bi avakirina Kurdistaneke azad û pêkanîna erka parastina gel kar dikn" û min wer fêm kir ku divê KNK jî erka xwe pêk bîne.

necibeqeredaxi@gmail.com

29.09.2015, Yeni Ozgur Politika


Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

TZPKurdî ji bo ziman li Batmanê mîtîngê li dar dixe

ad

Dadgehê serbestberdana mebûsên kurd red kir

ad

Rêwiyê duyem ê Moskovayê Chelsea ye

ad

Gelo wê navê Qişleya Muglali biguhere?

ad

Ji Hêzên Parastina Şengal daxuyanî

ad

Bîenal îsal bê pere tê temaşekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn

  • 06 06 2023
news

Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)

  • 07 06 2023
news

Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir

  • 06 06 2023
news

Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn

  • 06 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname