Hewlêr
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku di hilbijartinên 25 tîrmehê de ji nû ve hate hilbijartin tevî parlamenterên nû sond xwarin.
Bi mebesta sondxwarinê, li Salona Şehîd Se-id Abdula merasîm hate lidarxistin. Di merasimê de wezîrên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, konsulosê Îranê Axayî Qûmî, nûner û konsulusên gelek welatan jî amede bûn. Di merasîma ku peyama Cîgirê Serokê Hikumeta Iraqê Adil Abdul Mehdî hate xwendin de, Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Muftî axaftinek kir û xemgîniya xwe ya ji ber teqîna li Bexdayê pêk hatî anî ziman. Muftî, diyar kir di serdama duyemîn de Parlamentoya Herêma Kurdistanê, 92 zagon û 46 biryar derxistine.
Gelek perlementeran bi şaşî sond xwarin
Piştre parlamenterên nû sond xwarin. Lê di merasîma sondxwarinê de Serokê Lîsteya Goran Noşîrwan Mustefa û 2 parlamenterên Lîsteya Goran yên bi navê Osman Hewla Qadir (Osman Banîmaranî) û Mihemed Tofîq Rehîm beşdarî merasima sondxwarinê nebûn. Gelek parlamenterên ji Lîsteya Kurdistan, Goran, Xizmetgûzarî û Çaksazî, Azadî û Edaleta Komalayetî, Lîsteya Tirkmenan û Xirîstiyanan jî bi şaşitî li şona Qûranê bi Încîlê, xiristiyanekî jî li şûna Încîlê bi Quranê sond xwar.
Serokê parlamentoyê ji PDK’ê cîgir jî ji YNK’ê ye
Her wiha di mesasîmê de serokê parlamentoyê jî hat hilbijartintin. Di encama hilbijartinê de ji PDK’ê Dr. Kemal Kerkûkî (Mihemed Qadir Abdula) wekî Serokê Parlamentoya Kurdistanê, ji YNK’ê Erselan Bayîz jî wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û ji PDK’ê Firset Ahmed jî wekî Sekreterê Parlamentoyê hate hilbijartin.
Mesûd Mistefa Barzanî sonda xwar
Mesûd Mistefa Barzanî jî ku ji nû ve wekî Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin jî sond xwar. Barzanî, piştî sondxwarinê axaftinek jî kir, ji parlamentoyê û parlamenterên nû re serkeftin xwest. Barzanî, li ser nîqaşên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê tên kirin jî rawestiya û wiha dom kir: "Ev yek me dilxweş dike û hêviya çareseriyê ji bo pirsgirtêka kurd a li Tirkiyeyê zêde dikin."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin