Diyarname
Lîstikvanên Galatasaray Eboue û Drogba di maça Elazigsporê de ji bo bîranîna rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela tîşortên li ser nivîs nivîsî bû li xwe kiribûn û bi vî awayî Mandela bibîr anî bûn. Li ser vê yekê TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê dabûn dest pê kirin.
Li ser vê yekê li nav raya giştî de nîqaş derketibûn û her kesî piştgirî dabûn Eboue û Drogba. Lijneya Dîsîplînê ya TFF'ê îro encama lêkolînê weşand û diyar kir ku wan tu ceza nedane her du lîstikvanan.
Drogba tîşorta "Sipas ji bo te Madiba" nivîsandibû, Eboue jî "Aştiya herî mezin Nelson Mandela" nivîsîbû.


