Pêdiviya Baþûr bi çiqas birincê heye û çiqasî diçînin?
SILÊMANÎ
Herêma Kurdistan salane pêwîstiya wê bi zêdetir ji 258 hezar ton birinc heye. Ji vê rêjeyê tenê ji sedî 8.7’ê wê li nava Herêma Kurdistanê de tê hilberandin. Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Sebah Bapîr sedema rêjeya kêm a hilberandina birincê bi bêpilaniya hikumetê ve girê dide.
Têkildarê hilberandina birincê ya li Herêma Kurdistanê amarek nû li berdest nîn e. Niha tenê amarên sala 2018’an li ber destên Wezareta Çandiniyê heye. Li gora van amaran di sala 2018’an de 13 hezar û 486 ton birincê xwemalî hatiye hilberandin. Her wiha 240 hezar ton birinc jî ji derve de hatiye Herêma Kurdistanê.
LI DIHOKÊ 20 HEZAR TON TÊ
Di sala 2019’an de hilberîna birinc zêdekir. Li gora amarên ku ji Rêveberê Çandiniya Akrê Ehmed Cemîl hate wergirtin, par tenê li sinorê parêzgeha Dihokê nêzê 20 hezar ton birinc hate hilberandin.
HERÎ HINDIK LI HEWLÊRÊ YE
Par li parêzgeha Hewlêrê nêzê 800 donim zevî ji bo birincê hate çandin. Di her donimek de di navbera 700 heta 1000 kîloyên birincê hate hilberandin. Ger em hesab bikin di her donimek de 800 kîlo birinc were bidestxistin, wê demê par 240 hezar kîlo yanî 640 ton birinc li Hewlêrê hatiye hileberandin.
Berpirsê Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgeha Hewlêrê Ebdulrehîm Omer, da zanîn li parêzgeha Hewlêrê ji ber kêmaniya ava pêwîst ew nikarin rêjeya çandiniya birincê zêde bikin.
REWÞA SILÊMANÎ
Rêveberê Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Silêmanî Þalaw Cemal, amarên îsal bi awayek pêþbînîkirî eþkere kir. Þalaw diyar kir ku îsal 2 hezar û 115 donim zevî ji bo birincê hatine çandin. Her wiha destnîþan kir ku ew li bendê ne ji her donimek 800 heta 1000 kîlo birinc were bidestxistin. Þalaw da zanîn ger ji bo her donimek 900 kîlo hesab bikin, wê îsal li Silêmaniyê 1 mîlyon û 903 hezar û 500 kîlo were hilberandin, yanî dike zêdetirê 1 hezar û 903 ton birinc.
Hêjayê gotinê ye amarên parêzgeha Helebce jî li ser parêzgeha Silêmaniyê hatine hesab kirin. Li gorî van rêjeyên li jor hatîn diyarkirin ger em hesab bikin, li Herêma Kurdistanê salane zêdetir ji 22 hezar û 543 ton birinc tê hilberandin. Li gora amarên sala 2018’an a Wezareta Çandiniyê, pêwîstiya Herêma Kurdistanê salane bi 258 hezar û 486 ton birinc heye.
DIHOK YEKEMÎN E
Li Herêma Kurdistanê ji rejeya birincê heyî tenê ji sedî 8.7’ê wê yê birincê navxwe ye, yê din tev ji derve tê Herêma Kurdistanê. Li gor rêjeya birincê navxwe jî herî zêde li parêzgeha Dihokê birinc tê hilberandin ku ji sedî 7.7’e.
Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê Sebah Bapîr di daxuyaniyek ji bo Rojnews’ê de diyar kir, di salên dawî de ji ber sedama qrîzan cotyarên Dihokê dest bi çandina birinc kirine û sal bi sal rêjeya hilberandina birinc zêde dibe.
Sebah Bapîr da zanîn yek ji sedemên din ên rêjeya zêde ya birinca li parêzgeha Dihokê, ji ber avhewayê hênik, ava zêde û sar e.
HIKUMET BÊ PLAN E
Têkildarê sedema rêjeya kêm a hilberandina birinca li Herêma Kurdistanê, Sebah Bapîr got: “Em dikarin piraniya berheman bixwe hilberînin, lê mixabin hikumet ew qas bê plan e nekariye rewþek wisa bide avakirin. Bi taybetî xelkên gundan pêwîst e dubare vegerin gundên xwe, hikumet piþtgiriya cotyaran bike û di qezenc û ziyanê de ligel cotyaran be.”
Li Herêma Kurdistanê çend cure birincê xwemalî heye ku navê wan wiha ne; Nehle, Bicîl, Deþta Akrê, Mewlewî, Sedrî, Gul Spî, Emrîkiyê Bundar, Birincê Germe, Banîxêlan, Birincê Sarde û Bazyan e. Nirxê her kîloyek li gorî dever û curê birinc tê guhertin. Yanî nirxê kîloya birincê xwemalî ji 2 hezar 500 dînaran dest pê dike heta îigihe 4 hezar dînarî.
Cotyar jî dibêjin ger wezareta çandinî alîkariya wan bike, ew dikarin hîn zêdetir giringiyê bi berhemê birinc bidin û berhemek zêdetir bidest bixin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin