Diyarname
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Rusyayê roja 15'ê mehê çû paytexta Rusya Moskovayê.
Li gorî nûçeya ku di malpera PYD'ê de hatiye belavkirin, Muslim dê li gel rayedarên Rusyayê geşedanên dawî yên li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê û bi taybetî amadekariyên kongira Cenevre 2 gotûbêj bike.
Her wiha Berpirsiyarê Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk şaxê Ewropa Ebdiselam Mistefa û nûnerê partiya wan a li Fransa Xalêd Îsa jî li gel Muslim çûne Moskovayê.


