Diyarname
BEKSAV vê mehê fîlmên herî xweşik ên li ser girtîgehan pêşkêş dikin. Roja pêncşeman jî belgefîlm hene.
BEKSAV her meh di beşa nîşandayîna fîlman de mijareke digire dest. Vê mehê fîlmên herî xweşik ên li ser girtîgehan di vê beşê de dê bêne nîşandayîn. Di nav van de "Dîwar"ê Yilmaz Guney, "Uçurtmayi Vurmasinlar" (Bila li bafirotin nedin) ê Tunç Başaran, "Berdêla dîliyê" yê Frank Darabont "Minminîk"ê Franklin J. Schaffner vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn.
Her wiha fîlmên derhênerê navdar Ken Loach jî dê vê mehê li BEKSAV'ê bêne nîşandayîn.
BEKSAV digel nîşandayîna fîlmên metrajdirêj roja pêncşeman jî belgefîlm û kurtefîlman bê pere nîşan dide. Ev belgefîlm û kurtefîlm bi giştî li ser rewşa civakî ne. Di vê beşê de vê mehê "Kelepçe"ya derhêner Sedat Yilmaz, "Emê hev bibînin / Lale" ya Dilek Çolak, "Der barê Ugur Kaymazan de" ya Burkay Dogan û "Lihêf"a Caner Yalçin têne nîşandayîn.
BEKSAV'ê biryar daye ku êdî çalakiyên çandî li taxên Stenbolê jî li dar bixe û ji bo vê yekê vê mehê çalakiyan dibin taxa Gulsuyu. Li Gulsuyuyê rojên 13, 21 û 28'ê vê mehê dê şano, gotûbêj û lîstika zarokan bê lîstin.