AMSTERDAM
Afirînera markaya modayê ya bi navê “Supertrash” modazana kurd Olcay Gulşen a li Holandayê ji dayîk bû û mezin bûyî, di reklama sala 2011'an a markaya telefonên destan a Samsungê de dilîze.
Olcay Gulşen ku Îngilistan û DYE jî di nav de, li 24 welatan berhemên markaya ‘Supertrash' difiroşe, xwediya fîrmayek 22 mîlyon Euro ye. Gulşena li Holandayê ji dayîk bûyî, dixwaze li London, Liverpool û Manchester mexaze veke û dixwaze Supertrash li cîhanê belav bike.
Li gor Wikipedia, modazana ciwan Olcay Gulşen a xwedî pasporta Holandayê, ji Kurdên Ermenîstanê ye.
Ji ANF'ê hatiye girtin