logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn
news-details

WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ

Mijara wêjeyê mirov e û ew jî bûnewerek e di nava civakê de. Wekî gelek faktoran, wêje jî faktoreke çandî ya ku bingeha

  • Dîrok: 05/11/2013
  • Beş: Serbest

Sîdar Jîr

Mijara wêjeyê mirov e û ew jî bûnewerek e di nava civakê de. Wekî gelek faktoran, wêje jî faktoreke çandî ya ku bingeha civakî pêk tîne. Alîkariya wêjeyê ji bo pêşveçûna sazûmaniya civakî gelekî girîng e. Ji ber ku nirxên civakî û çandî bi saya wêjeyê ji nifşekî xwe digihîne nifşekî din. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku valahiyeke çandî pêk neyê û  bîra civakî (ya dîrokî/çandî) zindî bimîne, wêje xwedî risteke gelekî girîng û sereke ye. Wê gavê mirov dikare wêjeyê bi awayekî civakî wisa pênase bike; Wêje ji bo nûkirin û avakirina civakekê dikare bibe pêngava destpêkê.

Heger wêje ew yek be, ku bihêle bîra civakan zindî bimîne, wê demê divê wêjekar jî hay jê hebe ku wêjeya ku ji kana xwe û kaniya xwe xwedî nebe, tu caran nikare li hember wêjeyên civakên din bibe xwedî karakterekî xurt. 

Di vê xwedîbûna ji çavkaniyên xwe yên resen de, divê haya wêjekar jê hebe ku wêjeyeke ji nirxên xwe yên ramyarî û estetîkî kedî bûye û derketiye qadeke gerdûnî, dikare di nava civak û neteweyên dîtir de jî bibe amûrekî temsîliyeta civak û neteweya xwe.

Yanî tiştekî berbiçav derdikeve pêşberî me ku wêjeyeke xurt bi hêma û hest û têgihên ji derveyî “civaka resen” nikare wêjeya wê civakê ber bi gerdûnîbûnê ve bibe. Berovajiya wê yekê, ji civaka resen ber bi ya derveyî de gerdûnîbûna wêjeyî pêk tê. Yanî ji herêmî ber bi gerdûnîbûnê ve ye.

Leheng, karakter, mekan û mijarên ji “civaka resen” dikarin wê civakê bi wêjeya xwe di qadeke gerdûnî de temsîl bike. Ji bo têgihîştina vê yekê bersiva pirsa “Berhemeke wêjeyî ku tesîrê li civaka xwe neke ew ê çawa tesîrê li civakên din bike?” dikare bêhtir vê yekê ji hev veçirîne.

Ji ber ku berhemên wêjeyî hemû aliyên derûniya civakî ku di nava serdemên dîrokî yên berfireh de pêk hatine, şêweya jiyana wê civakê, hest û ramanên wê civakê bi hûrgilî di nava xwe de dihewînin. Lewma jî ev yek ji aliyekî ve nivîskar neçarî kodên di nava civaka xwe de dike ku ev jî rewşeke gelekî normal e. Jixwe wêje encax dikare bi van kodên xwe yên resen ên civakî bibe xwedî giranyeke girîng ji bo jinûvesazkirina civakê.

Bi awayekî civaknasî jî geşbûn û vepejilîna wêjeyê encax di civakake ku xwedî nirxên xwe yên xweser û sazûmaniyeke resen de pêk were. Li gorî vê yekê jî berhemeke wêjeyî, belgeyeke ku berhema mercên civakî ye. Wê gavê divê berhemdar, berhem û mercên wêjeyê ji aliyê civakî ve tim li ber çêv be. Bi vî awayî têkiliya wêje û civakê dikare xurtir (bi)be.  

Kemîna ku di vê çarçoveyê de li ber nivîskaran vegirtî rewşên populer ên heyî ne. Di serî de deformekirina kodên çandî dike ku civak û wêje ji hev dûr bikevin, li pey wê dûrketina ji wan kod û nirxan wê dûrketinê bileztir dike. 

Bêguman bi awayekî giştî wêje gerdûnî ye, jixwe divê wisa be. Lê gerdûnîbûna berheman ji herêmî ber bi giştîbûnê ve diçe. 

Yanî bi kurtasî ku gerdûnîbûn ji herêmîbûnê dest pê dike, wê demê ji navê(n) leheng(an) bigire heta yê(n) mekan(an), ji bûyeran bigire heta xwe digihîne bêhna deşt û çiyayan, ji cil û bergên lehengan heta xwe digihîne şîn û şahiyên civakê, divê kodên wê civakê neyên deformekirin. Heger ew kod hatin deformekirin, wê demê ew wêje ji koka xwe dûr dikeve, ji rista xwe ya ku bîra civakî zindî dihêle dûr dikeve û dikeve pey popularîteyeke ku wêjeya gerdûnî wê qet qebûl nake.

Ji ber vê yekê dûrketina ji “çanda resen” dikare bi hêsanî berhemê ji “civaka resen” dûr bixe. Ji lew re her çand, li gorî feraseta xwe jiyanê distrê û dirûv dide.

Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weşandin

 

***

 

Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN
- Kurtebersiva Wêjeya Şoreşê 


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 06 2026

Di Rewşenberiya Me Kurdan de Deqa Kor

news
  • 10 06 2026

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

MHP, AKP, DEM Partî çûn serdana hev, çi diqewime?

ad

Li bajarê kurdan postexaneya herî xweşik a dinyayê

ad

Daxuyaniya Jan Dost

ad

Cenevreya bê gelên bakurê Sûrî

ad

Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?

ad

Hikumet ava bû: Vaye serokwezîr û wezîrên Herêma Kurdistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname