Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê ku demek berê li Stenbolê bû vê carê diçe Îzmîrê. Her du lîstikên şanoyê "Dawiya Dawî" û "Qirix" dê li Îzmîrê derkevin ser dikê.
Şanoya Bajarê Amedê berê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar dikir, piştî kayyûmê dest danî ser şaredarî peymana şanogeran betal kir û şano belav wela kir. Şanogeran jî "Şanoya Bajêr a Amedê" ava kirin û lîstikên xwe pêşkêş dikin. Meha borî ew bi sê lîstikên xwe li Stenbolê bûn û vê carê berê xwe didin Îzmîrê. Şano di çarçoveya tûrneya Îzmîrê de rojên 6 û 7'ê mehê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Tepekuleya Îzmîrê dê lîstikên xwe pêşkêş bikin.
Li gor bernameyê her du rojan jî saet 20'î de dê "Dawiya Dawî", 21.15'an de jî "Qirix" derkeve ser dikê.
Dawiya Dawî lîstikek stand-up e û Ozcan Ateş têde dilîze. Lîstika ku derhêneriya wê Kemal Gokhan Gurses kiriye anekdotên xweş pêşkêş dike.
"Qirix" ku lîstik bi ser xêzên Dogan Guzel re hatiye çêkirin lîstikvan Elvan Koçer, Yavuz Akkuzu û Sena Ozbey dilîzin. Derhêneriya vê jî Gurses kiriye. Di lîstikê de ji çîrokan qirixên Amedê, berxwedana zarokên Sûrê, çîrokên li qehwexaneyê, bi kurtahî jiyana salên 90'î tê ser ziman.
Her du lîstik li Stenbolê rastî eleqeyeke baş hatibûn ku niha dora îzmîriyan e.


