Diyarname
Exil Pen çalakiyeke du rojan bi beşdariya gelek nivîskaran di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de li dar dixe.
Di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de, li bajarê Solingen ya Almanyayê, Exil-PEN (Ev rêxistina nivîskarên derbider yên ku li welatên ku bi almanî diaxivin dijîn e), wê du rojên wêjeyî li dar bixe. Di her du rojan de, roja şemî 16 û yekşemê 17.11.2013'yan de, di navbera saet 09:30 heta 18:00'an wê li dar bikeve. Gelek nivîskar ji nivîskarên ku ji deverên cuda yên cîhanê tên, dê hem mijarên wêje û çandê gotûbêj bikin û hem jî berhemên xwe bixwînin.
Di çalakiyê de wê danasîna pirtûkên cuda, xwendina helbest û nivîsarên wêjeyî çêbibe. Her wiha ji wêjeya romanî, ya rûsî û ya makedonî, wê weşanger pirtûkên xwe bidin nasandin. Dîsa mijarên wekî antolojiya nivîskarên romanî yên almanînivîs, wêjeya rûsî ya bi zimanê almanî, wêje di bin siya kolonyalîzmê û diktatoran de, wêje û jiyan di dema şoreşê de, Rewsha Sûriyê bi çavên nivîskarekî dê bibin mijara nîqaş û gotûbêjê.
Di vê çalakiyê de, nivîskar Helîm Yûsiv jî dê wekî axifger amade bibe. Yûsiv dê roja şemî, saet 14:30 de bi axaftineke taybet li ser rewşa Sûriyê û Rojava bisekine. Yûsiv her wiha dê hem kurteçîrokeke xwe bixwîne; pêre jî hin beşên ji nivîsên nivîskarê sûrî Omer Qeddûr ku hê jî li Şamê dimîne û ji nêzîk ve li ser rewşê dinîvisîne ji bo beşdaran bixwîne. Di vir de Helîm Yûsiv li derve û Omer Qeddûr ji nava Sûriyê bi nivîsên xwe li ser rewşa Sûriyê dê rê li ber mijarê vekin.
Ji bilî van, kesên wekî Prof.Dr. Wolfganag Schlott (Serokê Exil-PEN), Ursula Jetter, Horst Samson, Boris Schapiro, Raisa Schilimat, Dmitrij Chemelinski, Herbert Somplatzki, Ilse Hehn dê beşdarî çalakiyê bibin.