Nisêbîn
Dewleta Tirkiyeyê li ser sînora navbera Nisêbîn û Qamişloyê dîwareke çêdike. Ji bo çêkirina dîwar duh xebat dest pê kirin û îro qalibên betonê xistin xîmê dîwar. Ji bo dîwar neyê çêkirin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan û Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz çûn ser sînor û dijî çêkirina dîwar derketin.
Dewlet îdîa dike ku ji bo pêşî li qaçaxçîtî bigire dîwarê lê dike.
Duh bi hewldana Şaredariya Nisêbînê çêkirina dîwar hatibû rawestandin, îro dîsa dest pê kir. Şaredar Gokhan, Kaymaz û hin nûnerên saziyan çûn ser sînor. Ew heta cihê dîwar lê tê danîn meşiyan. Ew der axeke mayînlêçikandî ne. Şaredar Gokhan û Kaymaz ew der derbas kirin, bi ser dîwar re heta ber makîneyên ku ji bo çêkirina dîwar dixebitin çûn, ew dan rawestandin.
Midûrê Emniyeta Nisêbînê heqaret li Kaymaz kir. Kaymaz paşê daxuyanî dea û got: "Emê destûrê nedin çêkirina dîwar. Di şermezarkirinan de tiştek derkeve holê, windayiyek çêbe berpirsê wê dê hikumeta AKP'ê be. Ger li holê dewleta hiqûqî heba midûrê emniyetê dê ev heqaret nekira. Lê li vê derê ne dewleta hiqûqî, dewleta polîs-artêşê heye."
Kaymaz got ger çêkirina dîwar bidomînin dê bi awayekî girseyî dest bi çalakiyan bikin û dê destûrê nedin çêkirina dîwar.
Tê gotin ku dîwar ne tenê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de, di navbera Serêkaniya binxetê û serxetê de jî tê çêkirin.