Diyarname
Roja înê di festîvala "Şiir İstanbul" de çalakiya wêjeya kurdî û helbesta kurdî heye. Bernameya îro bi vî rengî ye:
24.04.2009
Çalakiya helbestvanên jin
Roja înê saet 12.00'an de li Şanogeha Muammer Karacayê bi navê "Kurd, jin û helbestvan" çalakiyeke li dar dikeve. Di çalakiyê de helbestvanên jin ên kurd Fatma Savci, Gulîzer û Jana Seyda dê pêşî helbestên xwe bixwînin û dûre jî bi temaşevanan re li ser helbestê sohbetekê pêk bînin.
Şanogeha Muammer Karaca li ser Kolana Îstîklalê ye.
Wêjeya kurdî
Heman rojê çalakiyeke din a girîng ya di Şiir İstanbulê de jî dê bi navê "Wêjeya Kurd a Modern" li dar bikeve. Çalakî dê ji aliyê Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin ve bê bi rê ve birin. Nivîskarê kurd Abidin Parilti jî dê wekî axifger beşdarî çalakiyê bibe û li ser wêjeyê fikir û ramanên xwe bîne ziman, lêkolîna xwe ya li ser wêjeya kurd de pêşkêşî temaşevanan bike.
C
ih: Kumbara Sanat Merkezi:
İstiklal Cad. Bekar Sokak, No: 15/4 Beyoglu / İstanbul
26.04.2009
Kevneşopiya çîrokbêjî û dengbêjî
Çalakiyeke din ku di çarçoveya festîvalê de li dar bikeve jî çalikay "Kevneşopiya çîrokbêjî û dengbêjî" ye.
Ev çalakî jî dê li Kumbara Sanat Merkezî li dar bikeve. Çalakiya ku dê ji aliyê Abidin Parilti ve bê bi rê ve birin de dê dengbêj Seyidxanê Boyaxçî beşar bibe. Seyidxanê Boyaxçî wê hem klamên xwe bistrê û hem jî dê sohbeteke li ser klam û dengbêjî li dar bikeve.
Hemû çalakî bê pere dakirin bêne şopandin.
Wekînotek: 4'emîn Festîvala Helbestan a Navneteweyî ya Beyogluya Stenbolê "Şiir İstanbul" ji aliyê Tarih ve Toplum Bilimleri Enstitusu Dernegi û Şaredariya Beyogluye ve tê organîzekirin. Festîval heta 26'ê mehê dê bidome.
***
Nûçeya eleqedar: Li Dêra Kirimê helbestên kurdî olan dan
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


