Diyarname
Îro Cejna Zimanê Kurdî ye û mebûsên HDP'ê yekem car bi hev re helbesteke kurdî xwendin û vîdyo parve kirin.
Di dîroka HDP'ê de yekem car tiştek wisa dibe: Mebûsên HDP'ê helbesta Celadet Alî Bedirxan "Bilûra Min" xwendin û ew ji ser twittera xwe re parve kirin. Mebûsan her yek parçeyek xwendin û bi vî awayî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.
Di nav tora civakî re ev kirina mebûsên HDP'ê wekî gavek xweş hat nirxandin û hêviya zêdetirina gavên wisa ji wan hatin kirin.
Vaye ew twit: