Diyarname
Ji bo bikeve pêşlîsteya Oscarê welat yek bi yek ji nav fîlmên salê fîlmekî hildibijêrin û ji bo Akademiyê dişînin, niha Tirkiyeyê fîlmê ku ji bo Oscarê şand eşkere kir. Di dawiya nirxandinê de fîlmê Tayfun Pirselimoglu ê bi navê “Kerr” ji berendamtiya Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî hat şandin.
Yekîtiya Pîşeya Sazkarên Berhemên Sînemayê biryar ragihand. Di fîlmê “Kerr” de Erdem Şenocak, Jale Arikan û Riza Akin dilîzin. Can ku ji bo cenazeyê bavê xwe tê navçeyê dibe şahidê kuştineke û pêre bûyer dertên holê.
Derhêner Pirselimoglu bi vî fîlmî îsal di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû.