• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Notos Oyku û Semîh Gumuþ

Dîrok : 13 08 2008 | Beþ :

Serbest


Îrfan Amîda

Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke siyasî ya vî welatî ye, pêdivî bi nirxandineke siyasî hatiye dîtin û loma jî têkiliya kurd û tirkan heta niha, her di çarçoveyeke siyasî de hatiye nirxandin. Peyva kurd bi tena serê xwe wateyeke siyasî dinimîne, hem ji bo tirkan hem jî ji bo kurdan.
Di vê konjunkturê de helbet ev ne tiþteke xelet e. Lewra li peyva kurd û kurdî xwedîderketin, di pergala dewleta tirk de helwesteke siyasî ye. Tiþta xelet ew e ku tu kes, rêxistin an jî partiyên ku jiyana bihevreyî diparêzin, ji bo jiyana bihevreyî tu nirxan naafirînin.
Ji xwe nehewceye ku nirxandinên siyasî mirov bike di vê nivîsê de, lewra rast ya jî ne rast, nirxandinên siyasî têne kirin û her kes li gorî xwe çareseriyan diafirîne. Girîngtirîn pirs ew e ku kî di qada xwe de çi dike di derbarê vê pirsgirêkê de? Gava ku mirov rêxistinên sivîl û siyasî dinirxîne, têdigihîje ku kêm yan jî zêde ji bilî hin refleksên siyasî û daxuyaniyan tu tiþt nayê kirin. Di vî warî de zêde rîsk nayê hilgirtin û parîkî li hêviya wijdanê pergalê tê rawestin.
Bi qasî ku aliyê tirkî bi vî rengî li aliyê Kurdistanê dinêre, piranî kurd jî, mixabin, di vê çarçoveyê de li aliyê tirkî dinêrin. Ji bilî refleksên siyasî zêde tiþteke din nayê dîtin. Û me têr nake jî ji xwe. Em qet li ser qada çand, huner û wêjeyê nasekinin, ku piranî têrkirina van qadan gelan berbihev ve dibe. Heger her du gel bikaribin bi çavê çand, huner û wêjeyê li hev du li aliyê hev du binêrin dê pariyekî din nêzî hev bibin.
Di vê çarçoveyê de divê mirov tiþtina eþkere bike. Kurd ji xwe bi awayeke mecbûrî be jî tirkan, wêjeya wan, çanda wan, hunara wan diþopînin. Gelo tirk çiqasî di van pencereyan re li aliyê kurdan dinêrin? Entelektuelên tirk çiqasî (ji derveyî siyasetê) rola xwe dilîzin?
Di van demên dawî de, di van qadan de tiþtin hate kirin lê mixabin ev bi rehetî dikarin bêne nîqaþ kirin. Hin fîlmên wekî “Gonul Yarasý” (Derhener Yavuz Turgul) û  “Buyuk Adam Küçük Aþk” (Derhêner Handan Îpekçi) dibe ku bi dileke safî jî dest avêtibin vê pirsgirêkê û ji hêla xwe de xwestibin tiþtina bikin jî, dîsa jî ji gelek aliyan ve têne nîqaþ kirin. Di karên ku kirine de gelek caran kurd referans negirtine ku ev bi xwe jî problem e.
Di warê wêjeyê de jî hin þexsiyet an jî saziyên ku di qada xwe de xwestine/dixwazin tiþtinan bikin hene. Lê ligel wan jî tu refleksên cidî nehatine rêdan. Bi qasî ku kurdên li wan û edebiyata wan xwedî derdikevin mixabin ew li edebiyata kurdan xwedî dernakevin. Di Festîvala Helbestan a li Stembolê de vêya xwe eþkere kir. Mixabin ligel ku di van salên dawî de edebiyata turdî, li Tirkiyeyê, di nav tevgereke xurt de ye jî nivîskarên tirk an nexwestin ku bibînin an jî nedîtin. Car caran yên ku edebiyata kurdî kirin mijara xwe jî wekî ku dilê xwe pê biþewitînin tevgeriyan û nirxandin. Wekî edebiyateke xwedî qerekter û hêjayî pêþkêþkirina xwendevanên tirk nedîtin.
Di vê çarçoveyê de helwesta Semîh Gumus û “Notos Oyku” hêjayî nirxandinê ye. Berî her tiþtî “Notos Oyku” wekî edebiyateke nêzîkî zimanê kurdî bû û di vê çarçoveyê de dixwaze ku edebiyata zimanê kurdî bi xwendevanên tirkî bide naskirin. Ev helwest ji gelek aliyan ve birûmet e. Heger mirov polemîkên ku piranî kurdên bi tirkî dinivîsînin derxistine, bi bîr bîne ev helwest hinekî din dê baþ bê nirxandin.
Ez dixwazim hinekî behsa vê meseleyê bikim. Dema ku Semîh Gumus dê dest bi weþandina kovara Notos Oykuyê bikira, ji min, Lal Laleþ û Sîdar Jîr re gotibû: Ez dixwazim di her hejmarê de bi kêmanî çîrokeke bi kurdî hûn ji me re wergerînin tirkî û da ku em di kovarê de biweþînin.
Bi rastî di wê kêlîkê de ez bi xwe zêde li ser vê helwestê ranewestiyam. Ji bo pejirandina kurdî di baweriya nivîsa bi kurdî de bûm. Vê helwestê gelekî bala min kiþand ji lewra nivîsên bi tirkî yên li ser edebiyata kurdî nedixwest. Rasterast wergerên ji kurdî dixwest ku ev pejirandina edebiyata zimanekî û rûmetdayîna zimanekî bû. Ev helwest nediþibiya wekî helwesta ku kurd pirtûkên bi kurdî (bi piranî ji bo kurdan) wergerînin tirkî. Dixwest ku edebiyata kurdan ji hêla tirkan ve bê nasîn ku hem helwesteke siyasî hem jî helwesteke entelektuelî û edebî bû.
Ji roja ku dest bi weþandina kovarê kir û heta niha jî hem Notos Oyku hem jî Semîh Gumus ji vê helwest û biryara xwe bi paþ de gav neavêtin. Ji bilî vê bi dosyaya “Gelo li Tirkiyê Edebiyateke Kurdî Heye” jî, xwest ku bala xwendevan û derdora edebiyata tirkî bikiþîne ser edebiyata kurdî. Di vê pêvajoya ku hin kurdên bi tirk îdinivîsin û kurdî nîqaþ dikin û hem jî helwesta dewletê ya li hember kurdî ku statuyeke nexweþ li kurdî bar dike, helwesta Semîh Gumus û ya Notos Oyku hêjayî rûmetdayînê ye.

imemzal@hotmail.com 


Têbiniya Diyarnameyê: Li ser vê meseleyê me bi Gerînendeyê Weþanê yê Notos Oyku Semîh Gumuþ re hevpeyvîneke kir. Emê sibê wê pêþkêþî we bikin.
 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?

- Exlaqê pênûsê

- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Kurd duh jî tenê bûn îro jî tenê ne!

Kurd duh jî tenê bûn îro jî tenê ne!

23 02 2017

Li Rojava nexþeya ceng û dorpêçkirinê

Li Rojava nexþeya ceng û dorpêçkirinê

26 10 2013

Abant û Hewlêr

Abant û Hewlêr

20 02 2009

SOFÎ Û MONÎKA-3

SOFÎ Û MONÎKA-3

30 01 2020

Seqetî di ku de ye gelo?

Seqetî di ku de ye gelo?

18 04 2009

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname