AMED (DÎHA)
Heyeta ji Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û parlamenterên HDP'ê pêk tê kete Farqîna ku ji duh ve li dijî gel êrîş pêk tên.
Li taxên Konak, Tekel û Mescît ên navçeya Farqînê ya Amedê ku ji duh ve qedexeya derketina derve heye û li dijî gel êrîş bê nav ber didomin. Li dijî êrîşên ku ev du roj in berdewam dikin gel parastina xwe ya cewherî pêk tîne.
Taxên din ên Farqînê jî di bin dorpêça polîsan de ne. Li vir jinên ducanî, zarok û nexweşên din jî ji ber dorpêça polîsan nikarin biçin nexweşxaneyan.
Polîs destûrê nadin ku ekîbên tenduristiyê yên 112'an bikevin taxan; welatiyên bi wesayîtên xwe dixwazin biçin nexweşxaneyan jî ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Ambûlansên ku kedkarên tenduristiyê di nav de ne ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û lêgerîn tên kirin û kedkarên tenduristiyê jî rastî heqeretê tên. Ji ber ku polîs nahêlin ambulans bikevin taxan, li baxçeyê Şaredariya Farqînê disekinin, welatî bi derfetên xwe tên baxçeyê şaredariyê û ji vir bi ambûlansan wan dibin nexweşxaneyan.
Jina bi navê Bîrgul Orak (35) a ku nekarîn bi wesayîta xwe biçe nexweşxaneyê û zarokê Riza Kan ê du salî bi zor gihandin ambûlansê û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Wesayîta DBP'iyan hate desteserkirin
Li navçeyê êrîş her diçe zêdetir dibin û rêveberê DBP'ê Eyup Koşar dema ku ji ber Şaredariyê Farqînê re diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Koşar birin Midûriyeta Polîsan û paşê berdan. Wesayîta Koşar hate desteserkirin.
Ji malbatekî 4 kes hatin binçavkirin
Li taxa Yenîşehîrê serê sibehê polîsan bi ser malek de girtin. Di serdegirtinê de ciwanê bi navê Omer Bînen (20) ligel 3 xizmên xwe hat binçavkirin. Bînen ê ku hat gotin birûndar e piştî ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê sewqî Amedê kirin. Hat gotin ku xizmên wî yên di bin çavan de ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin.
Heyetek kete navçeyê
Heyeta ku ji DBP û HDP'ê pêk tê îro piştî hin hevdîtinan kete navçeyê. Di heyetê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen û parêzerek jî heye. Heyet dê biçe serdana malbata Vedat Akcanim ê ku cenazeyê wî li Yenîkoya Amedê tê rawestandin û li navçeyê hin hevdîtinan pêk bîne. Di têketina navçeyê de sekna welatiyan berdewam dike.