logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

'Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene'

  • Dîrok: 20/02/2026
  • Beş: Nûçe

Şengal

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku li dijî Şengalê planên nû yên qirêj di rojevê de ne û got: “Li şûna ku hêzên berxwedanê yên dema fermanê Şengal parastin were naskirin, siyaseta tunekirinê tê ferzkirin. Em peyama xwe digihînin Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û bang dikin ku hikumet helwesteke zelal û cidî nîşan bide. Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ye ku hemû pirsgirêkan di çarçoveya yasayî de çareser bike.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê gef û metirsiyên nû yên li ser Şengalê û planên ku îradeya civaka êzidî dike hedef daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku li gor agahiyên hatine ber destê wan, planên nû yên qirêj ên li dijî Şengalê di rojevê de ne û ji bo rewşa heyî peyama xwe rasterast gîhand Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da ku li hemberî van plan û tevgerên bi guman hikumeta Iraqê helwesteke zelal û cidî nîşan bide. Rêveberiyê her wiha diyar kir ku ji her guhertinek ku bi zorê li Şengalê were ferzkirin jî ewê dewleta Iraqê wekî berpirsyarê yekem bibîne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha îşaret pê kir ku, li şûna ew hêzên berxwedanê ku di fermanê de parastina Şengalê kirine ji aliyê hikumetê ve werin naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka êzidî tê meşandin ku ev yek nayê qebûlkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha helwesta xwe ragihand ku ew amade ne hemû pirsgirêkên heyî di çarçoveya yasayî de çareser bikin û banga berpirsyariyê li raya giştî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li derdora Şengalê liv û tevgerên ne asayî hatine dîtin û hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin.

Bang li Serokwezîrê Iraqê Sûdanî hat kirin û wiha hat gotin, "Ji bo vê rewşa bi guman a heyî, em peyama xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bang dikin ku hikumet li hemberî van hewildanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide; ji ber ku her bûyereke leşkerî, siyasî an civakî ya ku jiyana gelê me bike hedef, wê karesatên mezin bi xwe re bîne û civaka me ya ku hêj birînên fermanê di dilê wê de ne, wê nekaribe zilmeke wiha nû rake. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi salan e ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bedelên giran didin, her dem amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne ji bo ku hemû pirsgirikên heyî di çarçoveyên yasayî de çareser bikin. Heta niha me her dem hewl daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhertineke ku bi zorê were ferzkirin, emê dewleta Iraqê wekî berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aşitîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van planan bibin xwedî helwest. Her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên civaka êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekîtiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên nexêrxwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê.”

Rojnews

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo şaredariyan vaye lîsteya berendamên jin ên BDP'ê

ad

Ev bajar jî dibin 'Bajarên Mezin'

ad

Kordînasyoneke ji bo Şengal heta Gazzeyê

ad

'The Simssons' dê heta 2023'yan didome

ad

Fîlmên kurdan vê carê li Festîvala Enqereyê ne

ad

Parlamento dikare biryara şandina çekan ji bo Kobanê bide’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname