DORTMUND
Kamyanyaya ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava daye dest pê kirin didome. Saziyê got di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku roja 21'ê vê mehê li Dortmundê dê li dar bikeve de, emê alîkariya dermanan qebûl bikin, lê alîkariyên wekî kinc û tiştên din emê li wê derê negirin.
Saziyê ku gelek hemwelatiyên me yên li gelek welatan dijî eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin, di serî de kinc, gelek tiştî didin hev û wisa dom kir: "Bi taybetî ji bilî dermanan em rica dikin tişteke din berhev nekin. Ji ber ku ji bilî dermanan em tu tiştî nikarin bişînin. Ji ber vê yekê bila gelê me ji bilî dermanan tiştek neynin festîvalê."
Hevya Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got ku ji bo dermanan kampanyaya alîkariya madî jî didome û xwest gelk pejinkar tevbigere.


