Mahmut Ozçelik
Mîr Qasimloyê ku hêj di şeş saliya xwe de ji navçeya Gimgimê ku lê tê dinyayê koçî bajarê rojavayê Tirkiyeyê/Bursayê dike û li wir jî nahewe û koçberî Almanyayê dibe û tu carî rê nade ku aşê asîmîlasyon wî bihêre, hetanî niha sê roman nivîsiye. Romana wî ya duyem ku “Giyanên Bahozî”ye çîroka jinek ku li quntarê çiyayê Şerefdînê li gundek dijî û -navê wê Zerî Dotmam e- di nava tevn û jiyana kevneşopî ya kurd de tê eciqandin, ji xwe re dike mijar. Û ev jinik hetanî li Ewropayê jiyana wê diqede têkoşînek bêhempa dide meşandin û bi rastî jî di giyanên mirovan de bahozan radike. Bi hêviya ku hûn jî xwe ji xwendina “Giyanên Bahozî” bêpar nehêlin û kêliyek berî kêliyê wê romanê bixwînin. Lê ez ê li ser romana wî ya bi navê “Dilya û Zalar” xwe biwestînim. Xwe diwestînim, çimkî di dîroka romana kurdî de yekem car e ku romanek bi 999 rûpelî tiptijî li pêşberî min e. Bi qasî ku ez dizanim romana herî qalind ya di wêjeya cîhanê de nêzî hezar û dused rûpelî ye. Qasimlo bi vê hêrsa xwe ya ku di nivîsînê de tixûb nenasiye wisa dixuye ku dixwaze bide sepandin ku zimanê kurdî yê rewan, di hêla wêjeyê de dikare qayişê bi zimanê herî dewlemend re jî bikêşe.
Di destpêka romanê de dide zanîn ku ev romana stûr di çar salan de nivîsandiye û ji ber rûpelên wê yê zêde hin weşanxaneyan ji bo weşandina wê dilsarî kirine, lê dema xwediyê weşanxaneya Arê destê alîkariya di her hêlê de dirêjî wî kiriye -di vê navbenê de divê weşanxane bizane ku karê xwe yê redaktekirinê qet bi cih neaniye- roman bi derengî be jî di sala 2012’yan de derçûye.
Roman bi vegotina “Siya Zalar” ku dibêje “mirov rengekî ji rengên gelê xwe ye” dest pê dike. Di destpêka romanê de du karakter hene; Zalar û “Siya”. Roman bi vegotina Siya ya li ser xewna xwediyê xwe “Zalarî” geş dibe. Xwediyê xewnê Zalar e. Lê vebêj û şîroveker “Siya” ye. Siya bi hêzek efsûnî xewna xwediyê xwe –Zalarî- li gor xwe şîrove dike: Gera bi şîmendîferê balkeş e. Çîroka di şîmendîferê de diqewime ku Zalar bi rawirek dirinde re dikeve şer ku şerê wan ji gengeşiya li ser jinek diqewime dertê. Ev şer mîna peyamek ji bo pêdeçûna di romanê de dixuye ku evîn, hezkirin, azadiya jinê ne hêsaye. Û mirovên ku dixwazin jinan ji azadiyan bêpar bihêlin, pir in, bi me dide hîskirin. Çimkî di wî şerî de ew mirovê ajaldirûv nûnertiya jiyana baviksalarî dike û dixwaze tenê jin di nava nivînan de ji mêran re koletiyê bikin, lê Zalar li hember vî mirovê di dirûvê ajalek dirinde de, jiyana xwe dike nava xetereyan û têkoşînek mafdar dide û bi ser dikeve. Dema Siya di nava van şîroveyên xewneke berê de ye, Zalar jî li bajarê Elefteriyayê di vexwaringehek îtalî de, li benda hatina keçikekê ye ku ji derdê evînê di tengasiyê de ye û di hewara alîkariyê de ye. Hetanî hatina keçika delal, bi qedehek şeraba sor re dikeve sohbetê. Piştî demek keçika ku derdê evînê ew dîl girtiye û dixwaze Zalar jê re rêyek çareseriyê bibîne tê û lê dibe mêvan. Keçik Nêrgiz e û dixwaze bi Eliyê Dêrsimî yê elewî re bizewice, lê malbatên herdu seriyan jî li hember vê zewacê derdikevin. Zalar dixwaze Nêrgiz hin tixûbên hatî xêzkirin derbas bike û bi hezkiriyê xwe re bi înyat û bi biryar doza zewice bike û tu astengiyên malbatan nas neke. Em ê çîroka Nêrgizê li vir bihêlin û di dawiya romanê de lê bipên ka Nêrgiz çawa bi hewara Dilya û Zalarî ve tê.
Di romanê de mirov dibîne ku nivîskar şêweyek gelek dewlemend ku bi vegotina gelek vebêjan pêkhatiye, bi kar aniye: Zalar, Siya, Dayika Besê, Anje, Dilya, Gulperî, Nêrgiz, Sînem û hinên din, her yek jê, bi çîroka xwe rabûne û bi hêlên balkêş ve me ber bi kûrahiya rabirdû û janên xwe ve dibin.
Di beşa “Dayika Besê” de vebêj Besê ye. Qala rabirdûya xwe dike. Di dema tevkujiya 1938an de bavûkalên wê ku ji ber zilma dewleta tirk çawa ji cih û warên xwe koç kiriye û hatiye li navçeya Erziromê Xinûsê bi cih bûye, tîne ziman. Besê qala zarokatiya xwe dike. Kevnesopiyên wê demê ku bavê wê ji wan re qalkirbû, bi bîr tîne. Çîroka Duzgîn Bava li navçeya Xozata Dêrsimê pêkhatiye ku di baweriya elewiyên kurd de cihek taybet digire, bi balkêşî pêşkêşî me dike. Li gundê Xinûsê, pêvajoya dilketina xwe ya bi xortê çeleng Heyderî re, pê re zewaca xwe, jê re çênebûna zarokan ku dibe pirsgirêk, dû re Heyderê wî çawa dev jê ber dide û diçe Almanyayê bi xemgînî bi bîr tîne.
Di beşa Siya –seans duduyan- de Zalar ji vexwargehê dema ber bi mala xwe ve dihere, di kolanan de pêrgî hin mirovên ku jinfiroşiyê dikin tê û bi israra mirovê jinfiroş ku dixwaze jinek ji xwe re vebijêre û bi pereyek erzan bibe mala xwe re dikeve şer û jê yekî birîndar dike. Li mala xwe hinek bi derûniya xwe ya ku xerab bûyî re dikeve şer û bi kêra ku ji kûlînê hildigire geh dike ku organê xwe yê zayendî jê bike, geh dike ku kêrê di dilê xwe de biçikîne û jana dilê xwe serjê bike, tam di wê kêliyê de gîtarîstê hevalê wî Johanes li derê wî dide û bi vê rewşê re dest ji neyîniyên di hiş de kombûyî berdide û bi lez xêrhatinê li hevalê xwe dike. Hevalê wî bi niyeta ku agahiya êvarek li hev bicivin û bi kêf derbas bikin rabigihînê, tê cem wî. Lê ev plan naçe serî, ji ber ku Johanes di qezayek de dimire. Piştî bihîstina mirina hevalê xwe, Zalar diçe ser gora wî ku di jiyana xwe de ji şerabê pir hez dikir, li ser mezelê wî şerabê direşîne. Ev meseleya şerabê ji hêla nivîskar ve pir tê bikaranîn ku ev jî di esasê xwe de tabûyek e ku ji hêla gelek kurdan ve nayê qebûlkirin. Lê nivîskar bi ruhek anarşîst û bi riya karakterê şerabhez Zalar re şêrabê bi mirov re dike dost û carinan bo parvekirina janan dike vexwarinek jêneger.
Dîsa hêmaya erotîzmê ku ji hêla nivîskarên kurd ve pir li ser nayê axaftin û nivîsîn, ji hêla romannivîs ve bi hûrgilî hatiye ravekirin. Di karakterê Zalar de têkiliya bi Hureya ku jinek bi karê siyasî re mijûl e, ev mijar hilgirtiye dest û hemû kitekitên erotîkî bi awayeke kêfxweş û bê sansor aniye ziman. Dîsa bi karaktera bi navê Gulperî ku hevala Dilyayê ye, bi vebêjî û jiyîna wê ve, vê dîmena erotîk derdixe lûtkeya hevşabûnê ya herî germ û nerm. Û vê cure vegotinê kiriye ku romannivîs Qasimlo, ji hêla hin nivîskaran ve bi gotina xwe ya di hevpeyvînekê de anîbû ziman, bi neheqî wekî nivîskarek “pornonivîs” were demxekirin.
Besê di seansa duduyan de qala ji Almanyayê vegera Heyderê/mêrê xwe dike. Û bi hev re cardin çawa vegeriyane wî welatî, li wir çawa di nexweşxaneyekê de dest bi kar kiriye, bi pereyê qezenc kiriye çawa bûye xwediyê xaniyek û bi ser de jî alîkariya nas û dostên xwe kiriye, pê re jî ji bo bibin xwedî zarokek, çawa doxtor bi doxtor geriyane û bêyî bigihêjin mirazên xwe, çawa mêrê wê qeyrana dil derbas dike û di heftê saliya xwe de tenê dimîne yek bi yek vedibêje.
Di seansa sisêyan de em fêrî hevnasîna Besê û Zalar dibin. Besêya heftê salî ku li kolanê bajêr riya mala xwe winda dike û bi rasthatiniyek pêrgî Zalar tê û bi alîkariya Zalar xwe digihîne mala xwe -mala ku li bajarê Elefteriyayê ya li Almanyayê ye- û jê pê ve Zalar dibe mêvanê wê û hevnasîna herduyan geş dibe û pê re jî Zalar qala “hezkiriya xwe ya di xewnan de” dibîne dike. “Dilya”ya ku tenê di xewnan de dîtiye û êdî jina xewnên wî ye û hezkirina xwe ya ji bo wê ji Dayika Besê re vedibêje. Li gorî xewnên dibîne jî dildara wî Dilya li Stembolê dijî. Dilyaya ku tenê di xewnan de dibe mêvanê Zalar…
Bi vebêjiya Zalar re ku serboriya malbata xwe ji dayika Besê re vedibêje, em fêrî kitekitê jiyana wî dibin: Ji hêla dayikê ve ji Dêrsimê ye. Ji ber zilma ku di salên 1935an şûnde li wê deverê tê kirin koçî gundekî Gimgimê dikin. Gundên cîran sunî ne. Bavê Zalar ji ber ku sunî ye û malbata Besê jî elewî ye, naxwazin herdu evîndar bizewicin û di dawiyê de bavê Zalar Besê direvîne. Lê mixabin Zalar hêj di malzaroka diya xwe de ye bavê wî di qezayek trafîkê de dimire û Zalar sêwî dimîne. Piştî demeke kin apê Zalar ku navê wî Musa ye diya Zalar li xwe mehr dike û dibe xwediyê du jinan. Ev beşa ku bi vegotina Zalar re, ji dayika Besê re tê qalkirin dilê mirov dax dike ku zirbav Musa çi cinawirek e ku pêsîra Zalar û diya wî tê derbûye. Zalar di kûrahiya zaroktiya xwe ya bi janan dagirtî dilê xwendevan dide ber tîran… Bi dîtina min nivîskar Qasimlo herî zêde di vê beşa romanê de ku zarokatiya Zalar vedibêje de serkeftiye. Ji ber ku xwendevan dikêşe nava wan bûyerên ku hatiye serê wî û dayika wî. Û xwendevan hetanî şaneyên xwe, xwe di nava wan neyîniyan de dibîne. Pê re jî naletê li apê wî Musa dibarîne. Zalar çend bîranînên din ên zarokatiya xwe bi bîr tîne: Berxvanî, govaniya diyalog û sohbeta rojane ya di navbera gundiyan de di kesayetiya bavê wî û Şavadînê xilik de ku li ser doxînsistiyê ye, qisedanên li ser çavberdana jinên cîranan derbas dibe, tîne ziman. Pirsgirêkên rojane yên li gundan diqewime û carinan dibe egera şer û pevçûnên bi kuştin û birîndarkirinên xedar, dîsa di kesayetiya bavê wî û Heydoyê xwedî mêrg û zeviyan de gelek herikbar e û bi kêf e û mirov li xwendinê sor dike. Lê dayika Zalar li hember Musayê ku bi tevahî ajalek jakav e rojek serî hildide û dixwaze xwe û Zalarê xwe ji zilma wî xelas bike. Bi alîkariya xalê xwe yê ku li Stembolê dermanfiroşiyê dike, rojek xwe vedidizin û diçin li wir bi cih dibin. Li Stembolê diya Zalar di karê dirûtinê de dixebite û Zalar jî di deh saliya xwe de diçe dibistanê ku di giyanê wî de, ji zilma apê wî mezintir birînan çêdike ku ji egerên çandek cuda û bandora asîmîlasyonê dertê. Bê destûra apê xwe çûyîna wan ya Stembolê wan ditirsîne ku rojek apê wî wan bişopîne û bikuje.
Tirsa wan dibe rastî: Apê wî yê zilimkar -Musa- ji bo dayika wî bikuje kujeran dişîne Stembolê û rojek ku Zalar li dibistanê ye dayika wî li ser kolanekê rastî êrîşa wan kujeran tê. Zalar êdî hem sêwî û hem jî êtîm e. Lê tiştek balkêş jî ew e ku di dema kuştina dayika xwe de Zalar gava bi xalê xwe re ber bi mal ve dimeşe, çavên wî bi çavên keçek rindik dikeve û ew keçik êdî dibe b

irînek kûr ya bêderman û di dilê wî de konê xwe vedigire. Keçika ku jinikek, bi navê “Dilê” gazî dikê êdî xemla xewnên Zalar e. Ev keçika ku bi navê Dilê di mejiyê Zalar de cih digire di demên pêş de êdî Dilya ye ku Zalar nizane li ku derê dijî. Navnîşana wê winda dike. Zalar piştî kuştina diya xwe û pê re jî bi mirina xalê xwe re di valahiyek mezin de dimîne û di wê navê de bi mezinbûna temenê xwe re bi tevgerên kurd yên siyasî re têkiliyan datîne û demek bi wan re dixebite. Ev xebat dibe sebeb ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve rastî îşkenceyên giran were û ev pêkutiyên li ser wî riya Ewropayê li ber wî vedike. Di dema xebatên bi tevgerên kurdan re dibîne ku feraseta wan, dişibe feraseta apê wî yê zilimkar ku ji bili gotin û kirinên xwe tu rastî nedipejirand û li ser vê rewşa hişkebawer ji rêxistinên kurd dûr dikeve û riyek revê ya Ewropayê dibîne, piştî rêwîtiya du mehan xwe digihîne Almanyayê.
Pirtûka ku bi sernavê seans yek, du û hwd. dirêj dibe û tê vegotin de karakterek ku dûrî kevneşopiya jiyana kurdan e jê yek jî Anje ye. Anje lawê Johanesê hevalê Zalar e ku me li jor behs kiribû ku di qezayek trafîkê de tevî hevjîna xwe miribû. Anje trans e. Yanê her çiqas wekî law/mêr bixwiye jî ew ji hêla zayendî ve cuda ye û hormonên jinanî di laşê wî de zêde ye û xwe wekî jinê hîs dike, ev cudabûn ji hêla civakê ve -tevî ku civakek rojavayî ya pêşketî ye- nayê pejirandin û Anje rastî hin jêrdîtinan tê. Anje ji ber derûniya dijî û derûniya ku mirovên biyanî dijîn pir dişibîne hevdu, ji bo parvekirina derd û kul û kederên xwe, carinan diçe cem Zalarê dostê bavê xwe. Zalarê ku ji bavê wî kursa gîtarê distend. Û pê re janên jiyana xwe parve dike.
Mirov dikare romanê li ser sê stûnên mezin avabûyî bibîne. Yek jê jiyan û serboriyên welatê ku Zalar lê ji dayik bûye û zaroktiya xwe ya malkambaxî lê derbas kiriye, a duyem jiyana Stembolê ye ku bi trajediyek diqede, dayika wî ji hêla mirovên zirbavê wî ve tê kuştin û ya din jî jiyana wî ya piştî çûyîna Ewropayê ye. Jiyana feodalî ya Kurdistanê bi bîranînan ve û jiyana rojane ya Ewropayê parelelî hev tê vegotin. Lê di herdu jiyanan de jî tiştên hevbeş êş û jan û xemgînî ne û Zalar li Almanyayê zilma apê xwe tu carî jibîr nake û wekî birînek tîrê ya zarokatiyê her li ser dilê xwe daçikiyayî dibîne…
Ji ber ku romanek 999 rûpelî li pêşberî min e, min xwest di du beşan de nirxandina wê bikim. Ji zaroktiya Zalar hetanî çûyîna wî ya Ewropayê me bi we da nasîn. Bi qasî hêginiya xwe min “tornê mala Alo” -Zalar- bi we da nasîn. Ev nîvhevoka -tornê mala Alo- ku êdî dikare wekî biwêj jî were bikaranîn, ji ber ku diya Zalar ji malbatek elewî ye û ji hêla apê wî Musa ku bixwe ji malbatek suni ye ve wekî jêrdîtina Zalar tê bikaranîn, di romanê de hiznek/xemgîniyek diafirîne. Ji ber vê yekê roman di heman katê de peyama lihevnekirina mirovên hişkebawer yên ji mezhebên cihê jî dihundirîne û pê re jî hin mirovên ji mezhebên cuda çawa ji evîndaran re dibin asteng bi hûrgilî rave dike.
Di beşa bê de em dê hinek jî Dilyayê binasin. Ka gelo çarenûsa wê jî wekî ya “tornê mala Alo” bi trajediyan dagirtiye an hinek din jiyanek bisiûd jiyaye…
Dîsa jî bi kurtasî mirov dikare bibêje ku Zalar; hêmaya qêrîn û zarîna zarokatiya gelek mirovî ye ku bi hêsiran dagirtiye û Dilya jî hêmaya hêsirbarandina evîndarekê ye ku tehmkirina evînê nabe para wê ye…
Her tişt ji bo em bizanibin ku romana me ya tuxleyî jî heye û bi naveroka xwe ya dewlemend û bi zimanê xwe yê hêsan li benda xwendina me ye.
Dê bidome
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz


