Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 29'an li pêşberî xwendevanan e. Di vê hejmarê de li ser pirsgirêka kurd dosya hatiye amadekirin.
Hejmara nû ya Dilopê wekî hejmara mehên rêbendan û reşemiya 2023'yan li pêşberî xwendevanan e. Kovar di her hejmarê de li ser mijareke dosyaya xwe amade dike vê carê li ser pirsgirêka kurd dosya hatiye amadekirin. Dosya bi sernavê "Di dema ketina sedsalê de Çareserî di bin dorpêça operasyona leşkerî/siyasî de" hatiye amadekirin. Doç. Dr. Arzu Yilmaz, Kordînatora Sosyo Polîtîk Saha Araştirmayê Yuksel Genç û nivîskar, siyasetmedar Ferda Koç axivîne. Dosya Serpil Îlgun amade kirine.
Ji nivîsên kurdê Fewzî Bîlge bi sernavê "Em porê xwe bikin mifte vê carê" berê xwe daye çalakiyên jinên serhildêr. Mesut Alp jî bi ser navê "Bi çar tiştan tarîxa sumeriyan" berê xwe daye nava dîrokê.
Ozler Ergun bi wênesaz Burhan Kum re hevpeyvîn kiriye. Bulent Ulus jî ligel rewşenbîr Faik Bulut axiviye. Murat Bayram jî ligel Prof. Dr. Michael Chyet hevpeyvîn kiriye.
Her wiha M.Ender Ozdeş, Vecdi Erbay, Rêzan Diljen, Receb Dildar, Sadik Aytekin, Medayin Demirbaş, Enwer Yilmaz, Şukri Îsmaîl, Kemal Înal, Mezaffer Oruçoglu, Ali Yavuz bi nivîsên xwe, Feradê Dengizî, Mehmet Toptaş, Yucel Kayiran (Werger Şahin Eroglu) jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî: +90 543 488 69 96 dilopdergisi@gmail.com


