STENBOL
Endama Meclisa Jinan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku ji bo tevlî mîtînga Aştiyê ya li Kadikoyê bibe ket rê, rastî êrîşa çekdarî ya hevserê xwe yê berê Zeydan Harman hat û jiyana xwe ji dest da
Li gorî şahidên bûyerê li nêzî lîseyê, Zeydan Harman hevsera xwe ya berê da ber guleyan û di gulebaranê de Neslîhan Harman bi 3 guleyan birîndar bû. Neslîhan Harman rakirin nexweşxaneyê lê nikarîn wê li jiyanê vegerînin. Zeydan Harman piştî êrîş pêk anî ji cihê bûyerê reviya.
Li ser vê bûyerê rêveberên BDP'ê çûn nexweşxaneyê û li ber nexweşxaneyê kom bûn. Harman nêzî 10 salin ji hevserê xwe Zeydan Harman cihê ye. Neslîhan Harman berê jî ji ber ku rastî gefên Zeydan hatibû serî li polîsan dabû.


