Salnameyên NÇM'ê hatin desteserkirin
Edene
Polîsan li ser biryara dozgeriyê bi armanca desteserkirina salnameyên 2009'ê yên NÇM'ê avêt ser buroya Gundemê.
Ekîbên Midûriyeta Polîsan a Edeneyê bi hinceta salnameyên NÇM'ê yên 2009'an ku Dozgeriya Komarê ya Stenbolê biryara berhevkirina wan daye li Buroya rojnameya Gundemê ya Edeneyê heye, avêt ser buroyê.
Polîsan li buroyê lêgerîn pêk anî û agahiyên nasnameyên xebatkar û mêvanên li buroyê girt. Polîsan piþtî lêgerînê dest danî ser 336 heb salname, 30 kovarên cur bi cur, 8 wêne û 3 pirtûkan.
Salname bi hinceta der heqê wê de biryara berhevkirinê heye; kovar, pirtûk û wêne jî bi hinceta lêkolînê hatin desteserkirin. Polîs piþtî lêgerînê ji buroyê derketin.
Serokê Þaxa ÎHD'ê Ethem Açikalin û Sekreterê Þaxê Osman Kara jî di dema lêgerînê de ji bo çavderiyê çûn buroyê û peyamên piþtgiriyê dan.