Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo avakirina Komara Kurd a Mehabadê peyamek weşand û got ku ji bo bîranîna Qazî Mihemed û hevalên wî dê berxweden teqez here serî.
KCK'ê di daxuyaniya xwe de got ji vir 70 sal berê Komara Kurd ku navenda wê Mehabad bû hate avakirin, komarê biryara xwebseriya gelê me yê rojhilatê Kurdistanê anî ziman, em hemû avakarên wê bi hurmet bibîr tînin, em minetdarê hemû şehîdên me de ku ji bo jiyanek azad canê xwe dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê kurd ji bo bîranîna şehîdên Mehabadê bi awayekî fedaî ber xwe dide û êdî dê tu kes nikaribe li Rojhilata Navîn kurdan bênasname, bêziman, bêçand, be xweseriya cewherî bihêle. KCK'ê got ku ciwanên Bakur dê ji bo bîranîna Qazî Mihemed û hevalên wî vê berxwedanê bi awayekî serketî bibin serî, dê Kurdistana azad û demokratîk miheqeq bi ser bikeve.
ANF