Diyarname
Rêxistina PYD’ê ya Almanyayê li Mala Êzîdiyan a li Celleyê merasimeke ji bo şehîdên Rojava li dar dixe.
Merasim roja 24.08.2013’yan, saet 14:00’an de wê li Mala Êzîdiya ya Celle li dar bikeve.
PYD’a Almanyayê diyar kir ku dê malbatên du şehîdan jî beşdarî merasimê bibin û wisa got: „Li ser navê malbata Hesen Mehmo Xabur bira û xizmên wî wê di merasîmê de amade bin.
Û li ser navê malbata Brahîm Muhemed (Serhed Heskê) Xalê wî nivîskar û helbestvan Azer Şiwêş wê amade be.“
PYD’ê her kes vexwend merasima ji şahîdên Rojava.
Merasîm:
Dem: 24.08.2013, Şemî
Katjimêr: 14:00
Navnîşan:
Mala Êzîdiya ya Celle (Êzidisches Kultur-Zentrum in Celle und Umgebung e.V.)
An der Koppel 21
29227 Celle.


