Heyetek ji parlamenterên Başûrê Kurdistanê pêk dihat xwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, lê berpirsyarên Pêşxabûr destûr neda.
Îro saet derdora 14.00’an de heyeta ji 5 kesan a di nav fraksiyona Kurdistanê de cih digirin û endamên YNK’ê ne Dr. Serwer Ebdulrehman, Goran Azad, Şewnem Mihemed, Razaw Mehmud û Geşe Dara Hefîd, çûn deriyê sînor ê li herêma Pêşxabûr a di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.
Endamen heyetê li aliyê Başûr ê sînor lêkolîn kiriye, bi rayedarên sînor re hevdîtin pêk aniye û paşê xwestiye ku derbasî aliyê Rojava bibe, lê berpirsên Pêşxabûrdestûr nedaye wan.
Yek ji parlamenterên ku destûr nehatiye dayîn derbas bibe Geşe Dara Hefîd di daxuyaniya ku da ANF’ê de wiha got:“Ji me re gotin ku ji ber sedema ewlekariyê hûn nikarin derbas bibin. Li ser vê yekê heta demekê em li ser sînor sekinîn û bi heyeta PYD’ê ya Rojava hat re me hevdîtin çêkir. Rewşa dawî ya Rojava ji me re vegotin. Li ser vê em vegeriyan Hewlêr.”
Kontrola Deriyê Sînor ê Pêşxabûr di bin qontrola hêzên asayîşa PDK’ê de ye.


