Enqere
Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Serokê Koma Meclisê ya BDP'ê Selahattin Demirtaş ji bo bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da.
Turk, Tugluk, Demirtaş û mebûsa BDP'ê ya Sêrtê Gultan Kişanak ji bo herin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi awayekî nivîskî serî le Wezareta Edaletê dan.
Ev sê hefte ne ji ber "koster xirabe ye" parêzerên Ocalan nikarin pêre hevdîtinê pêk bînin.