Diyarname
Vê hefteyê gelek fîlm hene: Fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û anîmasyon. Ji fîlmên biyanî "Celle que vous croyez" û "Bharat" derdikevin pêş.
Fîlmê derhêner Safy Nebbou "Celle que vous croyez" bi navê "Hangî Kadin" (Kîjan Jin) wergerandine tirkî. Lîstikvana navdar Juliette Binoche, François Civil, Nicole Garcia serlîstikvaniya fîlm dikin. Fîlmê derhêner Ali Abbas Zafer ê bi navê "Bharat" jî wekî fîlmekî hîndî di nav fîlmên vê hefteyê de derdikeve pêş. Her wiha ji Tirkiyeyê jî ji bo meraqdarên wê belgefîlmê bi navê "Kolej Havasi" ku Sertan Unver kişandiye derdikeve pêş. Belgefîlmê ku li ser tîma fûtbolê ya Tirkiyeyê Beşîktaşê hatiye kişandin, serdemek ligel lîstikvan, teknîk dîrektor, rêveber û serdema fûtbolê ya wê demê pêşkêş dike.
Her wiha ji bo zarokan jî du fîlmên anîmasyonî hene.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Celle que vous croyez / Derhêner Safy Nebbou
- It: Chapter Two / Derhêner Andres Muschietti
- Billionaire Boys Club / James Joks
- Bharat / Derhêner Ali Abbas Zafer
- Good Boys / Derhêner Gene Stupnitsky
- Astro Gardener / Derhêner Won Jong-Shik / Anîmasyon
- The Lion Kid / Derhêner James Snider / Anîmasyon
- Bozkir: Kuşlara Bak Kuşlara / Derhêner Mehmet Tanrisever
- 45-25: Kusursuz Cinayet / Derhêner Biray Dalkiran
- El-Deccur / Derhêner Gokhan Ari
- Serseriler / Derhêner Ulaş Bahadir
- Cin-si Bozuk / Bilal Kalyoncu
- Kolej Havasi / Sertan Unver / Belgefîlm