Cemil Oguz
Serokê Lijneya Rêveberî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, karsazê kurd Îbrahîm Gurbuz ji mirinê filitî. Ligel ku kesê sûîkast kir girtin bin çavan jî, dadgehê tiştek nekir û ew berda.
Bûyîra Îbrahîm Gurbuz û Derbeya 12'yê Rezberê
Îbrahîm Gurbuz karsazekî kurd e. Ew di sala 1955'an de li Sariqamişa Qersê hatiye dinê lê li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye. Berî Derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê ew jî wekî gelek kurdî di nav xebatên şoreşgerî de cih digire. Bi derbeyê re ew jî tê girtin û nêzî 10 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî derketinê dixwazin di warê çand û hunera kurdî, ziman û dîroka kurdî de tiştinan bike.
Xebatên avakirina NÇM'ê
Sala 1989'an. Ew, ligel hin hevalên xwe ji bo avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) civînan li dar dixin û di dawiyê de NÇM'ê vedikin. Gurbuz ku yek ji avakarên wê ye dibe Serokê Lijneya Rêveberiya NÇM'ê. Dûre di nav avakirina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de jî cih digire. Di heman demê de dest bi karsazî jî kiriye û ji aliyekê ve jî karê xwe yê rojane didomîne. Dema sal tê 1992'yan vê carê kovara Rewşenê derdixin û Gurbuz jî wekî xwediyê şîrketê û pêre jî xwediyê kovarê di vê kêliyê cih digire. Bi ser re zêde dem derbas nabe dadgehên Tirkiyeyê ceza li wî dibirin û Gurbuz ji van xebatan dimîne. Demek xwe vedişêrê, piştî ku rewş hinek vedigere normaliyê, ew dîsa dikeve nav xebatan.
Yaşam Radyo û gelek ziman
Gurbuz wekî karsazekî kurd her dixwaze ji bo kurdan û kurdî tiştinan bike. Di destpêka salên 2000'î de xwe bera nav xebatên radyoyê dide û Yaşam Radyoyê vedike. Yaşam Radyo ku kurdî jî têde bi gelek zimanan weşanê dike rastî zehmetiyan tê. Bernameya wê ya "Dengê Êrîwanê" wekî ku berdewama Radyoya Êrîwanê be hişyarî ji bo radyoyê tê û pêre jî zehmetiyên din. Loma jî piştî çend salan xebata radyoyê radiweste. Di vê navberê de xebata sazkirina weqfeke derketiye holê.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Gurbuz di nav xebata avakirina weqfê de cihê xwe yê li Beyogluya Stenbolê pêşkêşî xebatên weqfê dike. Ligel hevalên xwe Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi awayekî fermî vedibe û deriyê weqfê ji bo her kesî vedike. Ev yek jî bala "hin derdoran" dikişîne. Em niha guh bidin Gurbuz: "Ji ber xebatên Weqfê bêyî sedem hebe gelek caran hatin stasyona min a benzînê, ceza li me birîn, her zor li me kirin. Min jî ji mecbûrî xwest cihê dewr bikim, min xwest bi kirê dewr bikim. Dema min ev yek ragihand hin hatin bêyî bazarê stasyon kirê kirin. Rojek ez çûm, min mêze kir her der alên Tirkiyeyê daliqandine, bêyî lazim be li gelek cihan wêneyên Ataturk daliqandine. Ez hêrs bûm, min got, 'Ev ne li gor rêgeza karsaziyê re, van rakin'. "
Bi xapandina karek nû ber bi sûîkastê ve
Karsaz Îbrahîm Gurbuz bi fîrmayeke tekstîlê re jî hevkariya wî hebû. Li wê derê kesek bi navê Kamil Bedir nas dikir. Ew kes ji aliyê kesên îstasyona wî kirê kiribûn ve wekî berpirsê îstasyonê peywirdar kiribûn, yan jî dixwestin wisa nîşan bidin. Lê derket holê ku mesele ne ew e. Em dîsa guh didin Gurbuz: "Roja 28'ê reşemiya 2014'an de Kamîl Bedîr hat got 'emê herin Soguk Hava Deposu, patronên min li wir in, emê li ser projeyek nû biaxivin'. Ev neh meh in ku ez wî nas dikim, min tu şik nebir ser tiştek. Em siwarê erebeyê min bûn, em ketin rê. Em gelek çûn, tiştek nîn bû. Li cihek pirsî got, 'Kekê tu qet natirsî, tu xebatên weqfê dikî, gelek tiştên din dikî?'. Ez jî li ser heqîqetê sekinîm, divê mirov li ser heqîqetê be û tişên wisa. Ji ber ku haya min bi aliyên wî yên olî jî hemû min got 'Ji bilî Xwedê ez ji kesî natirsim.' Lê li wê derê ez hê hay ji tiştan bûm. Pirsî got, 'Te xwe tevî karên hinan kiriye? Te karên hinan tevlihev kiriye?' Ez êdî hay jê çêbûme, êdî ez gotinan didim ber ku ger hebe fikrek wî ya xirab jî ji wê fikrê vegere. Min got, Diyar e depo (embar) dûr e, dereng jî bû, em vegerin, min erebe sist kir, tam wê demê de dest avêt pişta xwe û demançe derxist ber bi min ve. Min jî ji nişke ve dest avêt lûleya demançeyê û bi destê din ji nişke ve ereb rawestan û em ketin qirika hev. Wele min demançe ji dest derxist. Çenteyek pêre bû, li erdê ket, got, 'Bise bombe têdeye.' Min bawer nekir. Min dest avêt çenteyê, ew daxist ji erebeyê. Demançe nexwest, lê çente dixwest. Min jê pirsî, 'Çima te tiştek wisa kir, kî te şand?' Min kir nekir got, 'Kekê ez nikarim bibêjim.' Ji min re dibêje kekê jî."
Helwesta polîsan
Paşê Gurbuz erebeyê raste rast ber bi qereqola polîsan a Çatalcayê ve diajo. Polîs ku guh didin wî, di cih de li ser bûyerê disekinin. Çenteyê dema vedikin, têde pergala teqandina bombeyê heye. Pergala ku bi telefonê ji dûr ve bombeyê biteqînin. Her wiha kêrên ku jêre dibêjin kêrên rambo, birek, pense û gelek tiştên din di çenteyê de hebûn. Pêre jî ji çar pênc navendên cuda, ji peywirên cuda polîs hatin. Piştî ku li ser min jî lêkolîn kirin û xebatên min ên heta niha, nasnameya min a siyasî derket holê, hemû polîs çûn. Yên mayî ji dêvla ku wî kesî herin bigirin bin lêpirsînê ez 7 saetan kişandim lêpirsînê. Gurbuz wisa didomîne: "Piştî demekê çûn ev zilam ji mala wî girtin anîn lê polîsan ew negirt bin lêpirsînê, tenê pêre sohbet dikir. Qet nepirsîn ku 'te ev zilam dibir ku, ji bo çi?' jî. Û zilamê ku qesta kuştina min kiriye, pêre pergala teqandina bombeyê hatiye girtin berdan. Polîsan bi taybetî ew parast."
Li gor gotina Gurbuz wan ev meh û nîv e qala meseleyê nekirine, li bendê mane ku polîs, dozger bikevin nav tevgerê, lê ji ber tiştek wisa çênebû, wan biryar daye ku meseleyê eşkere bikin. Gurbuz dibêje, "Ji ber xebatên min ev yek çêbû. Mesele raste rast siyasî ye."
"Ev karê hêzên tarî ye"
Li ser bûyerê Îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçî, parêzerên Gurbuz Erdal Dogan û Hikmet Şensez bi hev re daxuyaniyekê dan. Niha jî em guh bidin parêzer Erdal Dogan: "Ev mesele bi awayekî plankî hatiye kirin. Kesê sêyemîn ev plan çêkiriye, îmzeya wî ya bi pênûsê avêtiye bin planê jî heye. Ji serî heta dawî dê çi bê kirin, di vê navberê de dê Kamil Bedir çi karî bike, li ku bimîne, daîre kirê kirine, pere dane, piştî bûyer li dar bikeve gotine tuyê herî nexweşxaneyê estetîk bibî û tiştên wisa. Em baş dizanin bi piştgiriya hêzên emniyetê nebin tişteke wisa pêk nayê. Ji bûyerên ku berê çêbûne jî em pê derdixin ku ev sûîkasteke plankiriye. Em nikarin xwe bigihînin kesên navên wan di bûyerê de derbas dibe. Ew kesên re daye ber vî zilamî, plan çêkiriye em nikarin xwe bigihînin wan û dozger jî naxwaze bikeve dû wan. Weqif kirine hedef. Mirovên di nav xebata weqfê de ne di hedefê de ne. Polîsan ew zilam negirt bin lêpirsînê jî. Kesê di dest de pergala teqandina bombe hatiye girtin tê berdan. Me îtîraza xwe li cem dozger kir lê heta îro tiştek derneketiye."
Em pirsa "Dozger tiştek nekin, hûn dê di warê hiqûqê de wekî din çi bikin, hûn herin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê?" parêzer Dogan dibêje: "Niha doz li ber dozger e. Li Tirkiyeyê heta rêyên dadgehan vekirîbûn mirov nikare here DMME'yê, lê em ji dadgehê tiştek dernekeve pêşî em dikarin serî li Dadgeha Zagona Bingehîn bidin. Emê bişopînin:"
Li gor Gurbuz jî, li gor parêzerên wî jî hêzên tarî li pişt vê meseleyê heye loma polîs jî naxwazin tiştek bikin. Jixwe yek ji polîsan ji Gurbuz re gotiye, "Vî efû bike."
Parêzer Dogan jî dibêje ev hêzên tarî her dixwazin kaosê çêbikin, berî hilbijartinan tiştên wisa çêdikin, di hilbijartina Serokomarî jî li pêş me ye û dixwaze her kes hişyar be.