Diyarname
Nivîskar, senarîst Meral Okay ku çend roj berê wefat kiribû mîrateya xwe diyarî Gundê Matematîkê ya li Şîrînceya Selçûka Îzmîrê ye kir. Li gund Prof. Ali Nesin derdê dide zarokan û wan digihîne.
Okay ku zarokên wê tune bûn hemû hebûna xwe diyarî Gundê Matematîkê kir.
Gundê Matematîkê di sala 1995'an de ji aliyê Aziz Nesin ve hate avakirin û niha girêdayî Weqfa Nesîn e. Li gund matematîkvanên navdar bê pere dersê didin zarokên ji temênên 7 heta 70'yan.
Gundê Matematîkê ku xizmetê dike, bi alîkariyan li ser piyan e ku di demên dawî de dihat îdîakirin ku hikumet dixwaze wê derê ji aliyê aborî ve bixe nav tengasiyê ku ew der bê girtin.
Di vê navberê de hate gotin ku sê projeyên ku Okay li ser dixebitî nîvco li ser maseya wê mane. Okay gotibû, "Ger Xwedê temeneke dirêj bide min ez dixwazim senaryoyê li ser serdema Siltan Ebdulhemîd binivîsim. Dîsa "Kiliç Yarasi" û "Îsyan Gunlerinde Aşk" yên Ahmet Altan bikim senaryo. Hate gotin ku Okay li ser van her sêyan dixebitî.
***
Nûçeya eleqedar:
- Sirri Sureyya Onder li ser Okay axivî
- Senarîsta navdar Okyay Wefat kir