QATO
Rahmeti Mihoyê Abo, kerekî pîr û pelixî yê ku êdi ji kar û barê xwediyê xwe re nedibû, li ku bidîta bi du panotan dikirî.
Gundiyan jê dipirsî, digotinê: “Heyran! Çima tu van kerên ji kar de ketî dikirî?”
Rahmeti Mihoyê Abo bi wan kesan dikeniya, qurfê xwe pê dikir û digot: “Bihayê kerekî bi bîst panotan e, vaye ez bi du panotan distînim. Hûn çavnebariyê dikin, loma hûn van pirsan ji min dikin.” Hersal Rahmetî Miho bi dehan kerên hestî heliyayî dikirîn, bi giya û alif xwedî dikirin. Lê mixabin kerên tir têde nemayî berî ku bi bihareke din kevin ling tîk dikirin û dimirîn. Feêdeya rahmetî Miho dawiya dawî derxistina termê kerên mirî ji hewşa wî bû. Tevî ku ev rewş gelekî caran li rahmetî dubare bûbû û derdor, cîran û nasên wî şîret û lome lê dikirin jî, wî yekcar dev ji vî xuyê xwe bernedida, digot: “Kerê ku xelk bi bîst panotan dikire, ez bi du panotan dikirim.” Xwe gelekî maqûl û biaqil didît.
Wekî vî xûy û xisletê rahmetî Miho gelek taybetiyên balkêş û nayê fahmê hê di heriya şexsiyetê kurdan de şênber e. Pêşketinên zanyarî, geşbûnên hunerî, ronahiya wêjeyî, ferehî û dezgehê siyasetê belkî bi rengekî tenik ‘rihê kurdayetiyê’ dûyîbe -sewax- lê di binî de eynî tişt her wekî xwe maye. Hiş, binhişî, hest, bîr û bawerî yê me kurdan hê di feraseta hezar sal berî niha de digevizin. Tevger û hewl, rûniştin û rabûn, hal û helwestên me ku ji ser wan qalikê wan biqeşire wê mirovekî hezar sal berê jê peyda bibe.
Bila Zerdeştê Kal û Roya wî ya hê jî me germ û ronî dike bibexşînin; em fedîkar in. Ava ku em vedixwin, dara ku em ber siya wê rûdinin, erdê ku em pê lê dikin bila me efû bikin; bi qasî pişkulekî jî nirx bi me re nemaye.
Kes xwe ji kesî nikare bişo; em gişt di eynî curnê bêrûmetiyê de ne.
Em mirovên biçûk û pindik yên ji rêzê di xewa pêxember de windayî ne; hesab û bazar li ser me çênabin.
Lê, ewên zirxê nirx û qedrê welatparêziyê li xwe kirine û bilind û bilind ji me hurmet û rêzê daxwaz dikin! Ewên nota, awaz, deng, nivîs û hestên xwe yên neteweyî di sûka me ya kesat de buha difroşin, çima îro nakuxin!
Yên ku qaşo şêta hestên netewî yê kurdî rakirine û çav, dev û rihê me vekirine, îro li kijan kerî siwar bûne? Ku em li vê pirsê nepirsin û lênepêçikin, wê her tiştên me paşkînko herin.
Yên ku tiştek gotine û bi wî tiştî bangî hestên kurdan kirine, kurd ji reşahiya tariyê, ji tariya nezaniyê filitandine; yên ku rîh û simbêlên xwe gorî şîn û şahiya gelê kurd qusandine, îro çi dikin?
Jibo ku em rihê kurdan yê îroyîn fahm bikin, em mecbûr in hinek mînakan bibînin. Ku em keviran navêjin hev, tê wateya ku em hev dixapînin.
Çend pirs di serê min de bûne kurmê heram û bi şev û bi roj têde dixilxilin.
Yek: Gelo! Bîst û pênc salin Xelîl Xemgîn û Seyîdxan wekî ‘çawîşên çandê’ di her bernameyê de; çi taybet, çi ne taybet pêşkêşiyê dikin, çima? Xwedê bi dest û piyê wan re be, lê bê wan li wê Ewropaya şil qet kesekî din tune ye ku ew ji carekê programekê pêşkêş bike? Çima li dora wan her yekî bîst, sîh kesên wî karî kanibe bikin tune ne? Ma ev çi nirx, xusîsiyet bi wan re heye ku kesekî din nikare cîhê wan tije bikin?
Dudu: Pêşkêşkara nûçeyê Ronahî TV a keç hetanî dikare du peyvan bide du hev, miriv zînaqî -dibehice- dibe. Ma qey kesek ku karibe nûçeyan bixwîne tune ye?
Sisê: Ciwan Haco çû başûr û derket programekê û bêyî pirsek bi wî rengî arasteyî wî bibe jixweber got: “Li Rojava nabe tenê partiyek serdest be, nabe!” Di wê kêliyê de ku Ciwan ev digotin li sîh kîlometreyî dûrî Kobanê şerekî qetilxwîn di navbera kurdan û înternasyonel neyarkurdan de diqewîmî.
Di eynî demê de daxuyaniya hikumeta Başûr ketibû ser ajansan û diyar dikir ku ‘deriyê Sêmalka vekiriye û tu caran nehatiye girtin wê tu caran neyê girtin!’. Pîştî wê bi saetekê şûnve di nûçeyên êvarê yên Rûdaw TV de nûçebêj Sima xanim bi navgîniya nûçegihanê xwe bi malbatek penaberên Rojava yên xwe gîhandibûn Başûr re hevpeyvîn dikir. Zarokekî digot: “Bavê min bi nexweşiya pîs ketiye û li Rojava maye, nikare were, derî girtiye.” Sîma xanimê bi destê xwe zarok di ekranê de nîşan da û got: “Aha! Waye derî wiha vekiriye”! Şirovekarekî nûçeyên Malpera Rûdaw nivîsandiye: “Derî vekiriye, lê nahêlin kes tê re her û were.” Gelo Ciwan Haco haya wî jê heye ku hevoka ji devî wî derketiye, berî wî hema hema bi heman şêweyî ji devê Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyê Davutoglu ve jî derketibû.
Wextekê fikir, raman û gotinên li Enqereyê çêdibûn û germ dibûn wekî şekirên cejnê dihatin diketin dev û zimanê ‘Kurt Aydin’ê Bakur. Wan ‘Kurt Aydin’an hiş û dilên xwe bi van gotinan şêrîn dikirin.
Aniha jî qey dora ‘Kurt Aydin ve Sanatçi’yên Başûr û Rojava ne. Ne tenê etar, bazirgan, karsaz û bazara Tirkiyeyê, her wiha fikir, raman û gotinên wan jî gelekî bilez di deriyên Xabûr re diherikin Başûr. Çend salên din şûn de em li Başûr ‘Kurt Kokenlî dolar petrol Turk şexsiyetleri’ bibînin şaş mebin.
Çima? Binêrin diyardeyên pir eşkere hene.
A: Di Rûdayê de di hevpêvina bi Chomskî re her çiqasî Chomskî balê dikişîne ser rewşa kurdan a reel û dibêje: Hê kurd qels û kal -negîhîştî- in, loma hîna di xeleka xetera binketinê de ne, rojnamegerê Rûdawê serêgavê jê dipirse û ‘nefta Kurdan’ tîne bîrra wî.
B: ‘Talabanî bi gewdeyê xwe, Apo bi îdeolojiya xwe têk çûne’ ev jî ser nivîseke ku di Rûdawê de derketiye.
Ji vana du pirs: 1: Neft û dolar wê Başûr çiqasî li ser lingan bihewînin. 2: di kîjan çandê de heye ku mirovek -Birêz Talabanî. Xwedê şîva xêrê bidê- nexweş ketibe, berî rihstîn hin mirov destê xwe bikin qirika wî.
Çar: Birahîm Biro nûnerê El-Partiyê, destê xwe li ser masê dixist û digot: ‘Fiftî fiftî-nîvenîv- nebe, em destê xwe nadin PYD’ê’, ‘leşkerên me amede ne û PYD di vê pêvajoyê de mihtacî me ye’. Keko ma Rojava xenîmet e, talan e ku PYD dest daye ser û hûn jî nîvê wê dixwazin.
Pênc: Birêz Ocalan ji Birêz Mesûd re name şand û got: “Tu wekî Serokê Kurdîstanê li ser navê mîn jî peywirdar î û di kar û xebata te de te pîroz dikin.” Li hember vê helwestê Birêz Mesûd Barzanî çima xwe wekî Serokê PYD’ê jî nabîne û her û her giranî û hêla xwe dide ser El-Partî û Partiya Azadî.
Şeş: Birêz Salih Muslim ji aliyê welatên dagirkerên kurdan ve tê vexwendin. Gelo çima yekî ji Desteya Bilind nade cem xwe û bi hev re naçin?
Pirs pir in û dawiya wan nayê. Hetanî ku em fahm nekin çima rahmetî Mihoyê Abo bi du panotan kerên kelixî dikirîn û ew ker hewante êm û ceh dikirin, emê van pirsan jî fahm nekin.
darhevris@hotmail.com


