Cemil Oguz
33'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê 8'ê vê mehê li dar dikeve. Di fûarê de weşanxaneyên kurd jî hene lê îsal ji salên din kêmtir weşanxaneyên kurd beşdar dibin û dîsa di heman demê de ji salên din kêmtir gotûbêjên bi kurdî hene.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera 8-16'ê mehê de li dar dikeve. Di fûara ku ji aliyê TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin îsal welatê mêvan Macaristan e. Mêvanê Rûmetê jî rexnegirê sînemayê, nivîskar Atilla Dorsay e. Ji ber vê yekê jî di nav çalakî û gotûbêjên fûarê de gelek gotûbêj û panelên li ser sînemayê hene. Ji ber 100 saliya sînemaya tirk jî ev yek hatiye diyarkirin.
Weşanxaneyên kurd kêm in
Îsal jî wekî salên din gelek weşanxaneyên kurd di fûarê de standê vedikin lê hem temamê weşanxaneyên kurdan lê nîn in, hem jî hinên ku par hebûn îsal tune ne. Mînak par Weşanên Ar, Weşanên Lîs, Weşanên Vate hebûn di fûarê de lê îsal nîn in. Ji weşanxaneyên kurd ên ku hene di van salonan de van nimreyan de standê vedikin: Weşanên Ava (Salon 2, No 605 F), Weşanên Avesta (Salon 2, No 211 A), Weşanên J&J YAYINLARI (Salon 2, No 605 D), Weşanên Nûbihar (Salon 2, No 513 B), Weşanên Peywend û Kurt Tarîhî (Salon 2, No 605 E), Weşanên Rûpel (Salon 10, No 211 B).
Ji weşanxaneyên turk lê hin pirtûkên bi kurdî jî diweşînin hene ku ew jî di fûarê de ne. Ji wan herî zêde Weşanên Evrensel pirtûkên bi kurdî diweşîne. Weşanên Evrensel (Salon 3, No 311A), Weşanên Belge (Salon 3, No 509D) vedike. Her wiha IMC TV, Weqfa Îsmaîl Beşîktî, Komeleya Mafên Mirovan jî standan vedikin.
Çalakiyên bi kurdî jî kêm in
Di fûarê de bi sedan panel û gotûbêjên cur bi cur hene. Îsal jî di nav van de hin bi kurdî hêne lê mixabin dîsa ji salên din ev çalakî kêmtir in. Di nav hemû çalakiyan de tenê du çalakiyên bi kurdî hene. Ji van, Weşanên J&J paneleke bi sernavê "Romana Kurdî" li dar dikeve. Di panela ku 12'yê mehê li Salona Karadenîz, saet 17.00-17.45'an de li dar bikeve dê Azad Zal bi rê ve bibe û nivîskar Abdullah Pertev Işik, Omer Dilsoz û Cîhan Roj wekî axiver beşdar bibin.
Çalakiya din a bi kurdî jî ji aliyê Weşanên Ava ve tê li dar xistin. Ava dê gotûbêja bi sernavê "Hespê Qemer" ku nivîskar Ronî War wekî axiver beşdar bibe de li dar dixe. Ev gotûbêj 13'yê mehê saet di navbera 15.30-16.30'yan de li Salona Buyukada li dar bikeve.
Di temamê fûarê de bi sedan nivîskar jî dê pirtûkên xwe ji bo mêvanan îmze bikin ku di nav van de nivîskarên kurd jî hene. Lîsteya wan emê paşê ragihînin.
Her du panelên bi kurdî jî têde me hin panel û gotêbêjên mimkûn e bala temaşevanên me bikişînin ji bo we neqandin:
8 SERMAWEZ 2014 Şemî
Salona INTEREXPO
14.00 -15.30
Panel: “100. yılında Türk Sineması”
Rêveber: Deniz Kavukçuoğlu
Axifger: Atilla Dorsay, Hülya Koçyiğit, Tarık Akan
Sazkar: Remzi Kitabevi- TÜYAP
15.45-16.45
Panel: “Edebiyat ve Sinema İlişkisi”
Rêveber: Rıza Kıraç
Axifger: Füruzan, Ümit Ünal
Sazkar: TÜYAP
9 SERMAWEZ 2014, Yekşem
Salona KARADENİZ
12.00-12.45
Gotûbêj: “Küba’nın Çocukları: Küba’da Çocuk Hakları ve Çocuk Edebiyatı”
Axifger: Nihal Ünver, Oralys Cisneros
Sazkar: Küba Büyükelçiliği- José Marti Küba Dostluk Derneği-Yazılama Yayınevi
16.45-17.45
Panel: “Yayınlama Özgürlüğü Yolunda”
Rêveber: Ragıp Zarakolu
Axifger: Ahmet Ümit. Maureen Freely, Mine Soysal
Sazkar: TÜYAP-Türkiye Yayıncılar Birliği
10 SERMAWEZ 2014, Şemî
Salona KARADENİZ
17.00-18.30
Panel: “E-kitap Satış Sistemi mi, E-kitap Kiralama Sistemi mi?”
Rêveber: Necip Evlice
Axifger: Münir Üstün, Kenan Kocatürk, Işık Önder, Abdullah Egeli
Sazkar: Hangar Kitap
10 SERMAWEZ 2014, Duşem
Salona KINALIADA
17.00-18.00
Pêşkêşî: “Dijital Baskı Yöntemi ile İstek Üzerine Kitap Basımı”
Axifger: Yiğit Cem Sağdıç, Alper Çiftçi
Sazkar: Meteksan
11 SERMAWEZ 2014, Sêşem
Salona BUYUKADA
14.15-15.30
Panel: “Çeviriler ve Çevirmenler”
Rêveber: Sevgi Can Yağcı Aksel
Axifger: Tarık Demirkan, Edit Taşnádi, Gün Benderli (werger), Jeney Zoltán (PIM, Bernameya Piştgiriya Wergeran), Hamdi Turşucu (TEDA)
Sazkar: Onur Konuğu Macaristan ve TC Kültür ve Turizm Bakanlığı
15.45-16.45
Panel: “Cemal Süreya’yı Yitireli Çeyrek Yüzyıl Oldu”
Rêveber: Aydan Ay
Axifger: Engin Turgut, Niyazi Yaşar, Seyyit Nezir, Zuhal Tekkanat
Sazkar: Cemal Süreya Kültür Sanat Derneği
12 SERMAWEZ 2014, Çarşem
Salona KARADENİZ
17.00-17.45
Panel: “Romana bi kurdî”
Rêveber: Azad Zal
Axifger: Abdullah Pertev Işik, Omer Dilsoz, Cihan Roj
Sazkar: Ajans J&J
Salona BUYUKADA
14.30-15.30
Gotûbêj: “Ölümünün 30. Yılında Yılmaz Güney-Edebiyattan Sinemaya Yolculuk”
Axifger: Aba Müslim Çelik, Adnan Özyalçıner, Sennur Sezer, Nihat Behram
Sazkar: BESAM-TÜYAP
13 SERMAWEZ 2014, Pêncşem
Salona BUYUKADA
15.30-16.30
Gotûbêj: “Hespê Qemer”
Axifger: Ronî War
Sazkar: Weşanên Ava
Salona KINALADA
15.30-16.30
Söyleşi: “Sınırlar, Sürgünler ve Edebiyat”
Rêveber: Halil İbrahim Özcan
Axifger: Pınar Selek, Şêxmûs Sefer, Zeynep Aliye
Sazkar: PEN
14 SERMAWEZ 2014, În
Salona MARMARA
18.00-19.00
Gotûbêj: “Uluslararası Anti-Kürt Nizam ve Yüksek Kürt Bilinci”
Axifger: İsmail Beşikçi
Sazkar: Weqfa Îsmail Beşîkçî
Salona KARADENİZ
17.30-18.30
Gotûbêj: “Türkiye Sinema Tarihi: Sanatçı ve Özgürlük”
Axifger: Zahit Atam, Zeki Demirkubuz
Sazkar: Leman Dergisi
15 SERMAWEZ 2014, Şemî
Salona INTEREXPO
15.30-16.30
Gotûbêj: “Yeni Türkiye Sinemasında Oyunculuk Problemleri”
Axifger: Rıza Kocaoğlu, Meltem Cumbul, Kerem Fırtına, Önder Çakar
Sazkar: Evrensel Basım Yayın
18.00-19.00
Gotûbêj: “Demokratik Özgürlükçü İslam”
Konuşmacı: İhsan Eliaçık
Sazkar: Doğu Kitabevi
Salona MARMARA
16.45-17.45
Guhdariya Helbestê û Gotûbêj
Beşdar: Helbestvan Ahmet Telli
Sazkar: Everest Yayınları
Salona KARADENİZ
13.00-14.00
Gotûbêj: “Atilla Dorsay ve Sinema Yazarlığı”
Rêveber: Doğan Hızlan
Axifger: Uğur Vardan, Alin Taşçıyan, Ahmet Ümit
Sazkar: Remzi Kitabevi
Salona BUYUKADA
12.00-12.45
Gotûbêj: “Kara Kitap Kara Talih”
Axifger: Amed Gökçen
Sazkar: İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları
Salona HEYBELİADA
14.15-15.15
Gotûbêj: “Yeni Türkiye Sinemasının Sorunları”
Axifger: Önder Çakar, Erol Mintaş, Nesra Gürbüz, Emel Yıldırım, Serkan Çakarer
Sazkar: Evrensel Basım Yayın
16 SERMAWEZ 2014, Yekşem
Salona MARMARA
14.15-15.15
Gotûbêj: “Deniz Gezmiş”
Axifger: Hamdi Gezmiş, Can Dündar
Sazkar: Can Yayınları
Salona KINALIADA
13.00-14.00
Panel: “Sinema ve Edebiyat”
Rêveber: Sevin Okyay
Axifger: Asuman Susam, Ahmet Ümit, Ümit Ünal
Sazkar: Artful Living
15.30-16.30
Gotûbêj: “Türkiye’de Yargı Yoktur”
Axifger: Orhan Gazi Ertekin, Selçuk Kozağaçlı, Ümit Kocasakal
Sazkar: Tekin Yayınevi
***
Nûçeya eleqedar:
- Mêvanê rûmetê û welatê mêvan ê Fûara Stenbolê
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.