Diyarname
Walîtiya Dêrsimê 17'emîn Festîvala Mûnzûrê qedexe kiribû, îro Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DDF) li ÎHD'Ya Stenbolê li hemberî vê yekê daxuyanî da.
Di dema daxuyaniyê de pankarta "Festîval dê wekî ya gel bimîne. Ji bo OHAL û Bendavan na" vekirin.
Rêveberên DDF'ê di daxuyaniyê de wisa gotin: "Dewlet û hikumetê wekî duh îro jî eybek mezin li hemberî gelê Dêrsimê dike. Gelê Dêrsimê ku belavî çar aliyên dinyayê bûye bi festîvalê ji bo xwedî li çand û derdorê derkeve dihat Dêrsimê. Ji ber hebûna OHAL'ê (Rewşa Awarte) qedexekirina festîvalê nayê qebûlkirin. Walîtiya Dêrsimê sazî û sazgehên festîvalê organîze dikin nekirine muxatab."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku wekî ku 17'emîn festîval li dar dikeve ewê di navbera 27-30'ê tîrmehê de li Dêrsimê bin, herin serdana cihên pîroz, mûman pêxin, li qeraxa Mûnzûrê helbestan bixwînin, ewê li Dêrsimê hev hembêz bikin. Her wiha bang li her kesî kir ku di vî warî de bibe seferber û xwedî li festîvalê derkeve.