• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Romana trajediya keç û bûkan

Dîrok : 02 03 2019 | Beþ :

Serbest

Lokman Polat

Romana xanim Aynur Aras a yekem a bi navê "Leylana Kesk" di nav weþanên J&J de li Amedê derketiye. Roman 253 rûpel e. Berga wê Zehra Kiliç çêkiriye, bergeke hunerî ye. Zehra xanimê wêneyek ji tabloya Pablo Picasso li bergê daniye. Zimansaziya wê Selahat Çîçek, rûpelsazî, mîzanpaj û edîtoriya wê Azad Zal kiriye.

Ez bi dilxweþî helbest, çîrok û romanên nivîskarên jin ên kurd ku bi kurdî dinivîsin, bi kurdî berheman diafirînin dixwînim. Danasîn û nirxandinên romanên romanivîskarên jin di pirtûkên min ên bi navê "Pêncî romanên kurdî" û "Çil romanên kurdî" de hatine weþandin. 

Çawa ku zimanê kurdî bi saya dayikên kurd hate parastin, hate axaftin û hate jiyandin û her wiha jîndar ma, wêjeya kurdî jî dê bi saya wejevan, wêjehez û lîteraturvanên jin ên kurd bi pêþ ve biçe, bikemile û dewlemend bibe. 

Jin xwediyê hestên dilþewitî ne, bi sebir in û fedekar in. Dikarin di hêla xebatên edebî de karên baþ û hêja bikin û berhemên hêja biafirînin. Heta dikarin di vê hêlê de bibin pêþeva. 

Hinek xisûsiyetên ku di jinan de heye, bi mêran re tune. Di hinek waran de mêr bixwazin jî wekî jinan nikarin binivîsin. Mêr wekî jinan nikarin hestên dilê xwe û psîkolojiya rihiyeta xwe bidin der. Nivîskarên mêr hest û îhtîrasên jinan bi qasê nivîskareke jin nikarin bînin zimên. Mêr nawelidin. Tu mêrekî bi qasê jinek êþ û qolinca welidandinê di berhemê xwe de nikare bîne zimên. Tu nivîskarekî mêr bi qasî nivîskara jin hest û dilþewatiya xwe ya ji bo ewladê xwe, nikare bide der. Fantaziyên jinan ên erotîk, egzotîk û romantîk pir rengîn in. Û her wiha gelek xisûsiyetên jinan hene ku di mêran de tune ne. Hebûna nivîskariya jin û afirandinên wan yên edebî ji bo edebiyatê pirengiyek e, dewlemendiyek e. Bi hêviya ku gelek jinên nivîskar ên kurd bi kurdî berhemên edebî biafrînin û em xwendevanên kurd jî berhemên wan bi dilxweþî bixwînin.

Xanim Aynur Aras pêþî bi helbestê dest pê kir. Berî romanê, pirtûkek helbestan a bi navê  "Xemla Rondikan" nivîsiye û di nav weþanên  "Ar" de li Stenbolê weþandiye. 

Romana Xanim Aynur Aras a bi navê "Leylana Kesk" li ser jiyaneke zor û zehmet a keçikeke xeþîm, ciwan û her wiha serborî û serpêhatiyên wê hatiye hunandin.  

Di romanê de hinek tiþtin girîng hene. Ji wan sê tiþt ev in: Form, teknîk û temaya romanê. Bi van hersê tiþtan ve girêdayî bikaranîna ziman, honak, taswîr û bi hevûdu ve girêdayîna beþan. Ew hersê nirx jî di romana "Leylana Kesk" de bi serketî ne. Di romanan de taswîr girîng e, di romana Xanim Aynur Aras de taswîrên/berferehiyên serketî û bi teferuat hene.

Di destpêka romanê de gundek herêma Serhedê û jiyana gundiyan bi teferuat/berberehî tê rave kirin. Lehengê romanê keçeka gundîye û navê wê "Keskê" ye. Vebêjê romanê behsa biçûkiya wê dike û karekterên wê pêþkêþ dike, dide zanîn ku Keskê keçikek çawa ye.

Jineka ku bi navê Gulî di romanê de cih digre, rewþa wê, malwêraniya wê dilê mirov diþewitîne. Mêrê wê herdu zarok jê standibû û ew di ser mala bavê wê de þiyandibû. Gulî bêriya zarokên xwe dike û dixwaze here wan bibîne, lê nahêlin. Bavê Gulîyê wê du caran (bikû jê bipirse) dide pîremêran. Lêbelê Gulî li cem herdu kalemêran nasekine, vedigere mala bavê xwe.

Keskê dibistana gund diqedîne û ji bo berdewamiya xwendinê diçe bajarê Mêrsînê cem mala xalê xwe û li wir di dibistanê de dixwîne.

Vebêj wek pareler serboriyên, serpêhatiyên ango tiþtên ku hatine serê Gulî û Keskê rave dike. Gulî hêj di derguþê de bu wê dane mêr. Di romanê de adetên/tradisyonên nebaþ ên kevnare ku hêj jî di nav civakê de ne, herweke berdêlî/pêþkirtme tê qal kirin.

Keskê dibîstanê xilas dike û xwe ji bo Unîversîteyê/Zankoyê amade dike. Vebêj karektera Keskê wek keçika evîndara jiyanê, evîndara hezkirinê, evînê û keçeka humanîst û di wê de masumiyetek þax dide taswîr dike. Navê Keskê ê rastîn Nîgar e. Lê ji ber çavên wê ên kesk, bavê wê jê re ji biçûkiya wê virve gotiye Keskê.

Wek min got vebêjê romanê geh qala Keskê û geh behsa Gulîyê dike. Gulî û Seyitxan di dergûþê de bûne berdêl, mezin dibin û bi rastî jî dilê wan dikeve hevûdu, dibine evîndarên hev. Paþê herdu bi hevre dizewicin, lêbelê diya Seyitxan ecêbên nedîtî tîne serê Gulîyê. Hinek xesû wiha dibine agir û bi laþê bûkan ve dikevin, wan diþewitînin, mala wan xirab dikin. Dîya Seyitxan qayil nîne ku kurê wê bi Gulîyê re bizewice. Lêbelê herdu di serî de ji hevûdu hez dikin û dizewicin. Piþtê zewacê gelek tiþt dibe. Êdî çi dibe çi nabe ez li vir qal nekim. Bûyerên ku dibin di nav rûpelên romanê de têne rave kirin.

Em Gulîya reben a bêmirad bihêlin û vêca binêrin bê Nîgar xanima çav kesk/Keskê çi dike. Keskê jî dilê xwe dixe doktorekî/bijîjkekî ku navî Bager e. Ew ji ber êþa diranê xwe diçe cem doktorê diranan û dilê wê dikeve doktor. Dilê doktor jî dikeve wê. Herdu dibine evîndarên hev û paþê bi fermî dibine destgirtî.

Dema min romana Xanim Aynur Aras "Leylana Kesk" xwend, romanên Fakîr Baykurt, Mahmut Makal, Omer Polat û Bekîr Yildiz ketin bîra min. Di xortaniya xwe de min gelek romanên van nivîskaran xwendibû. Ji romanên wan re di lîteratura edebî de digotin "koy romanî/romana gund." Di romanên wan de cih û war û atmosfera cîhana romanê gund û gundî bun. Di romana Aynur Aras Xanimê de jî gund, gundî, jiyana civakî a li gundan, têkiliyên gundiyan bi hevûdu re, têkiliyên malbatî ên li gundan, evînên keç û xortên gundiyan bi teferuat/berferehî tê rave kirin. Yên ku ji gund û jiyana gundan, ji gundîyan hez bikin naveroka romanên wiha li xweþa wan diçe. Ji bo ku ez jî ji jiyana gundan û gundîyan hez dikim, min romanê bi dilxweþî xwend.

Zimanê romanê zimanekî nerm, zelal û herikbar e. Ziman û naveroka romanê xwe bi mirov baþ û xweþ, ango bi dilxweþî dide xwendin.

Romana Aynur Aras Xanimê "Leylana Kesk" tam li gorê ekolên realîzma civakî û surrealîzmê hatiye afirandin. Mijara romanê, bûyerên ku tê de pêk tên hemû jî li gor rastiya civakî ne. Cîhana ku di romanê de tê rave kirin bi rastî jî her weke jiyana rasteqînî a civakî ye.

Leheng, tîp û karekterên ku di romanê de ne, hemû jî di civaka rasteqîn de hene û di jiyana rojane de berbiçav in. Têkiliyên wan, tiþtên ku di navbera wan de pêk tê, nakokiyên bûk û xwesuyê tam li gor realîzma cîvakî ne. Sahneya ku Keskê bi avukat re pevþabûnê pêk tîne sayneyeke surrealîst e.

Di romanê de karektera Xwesuyê û dijayetiya wê a li hember bûka wê ne tiþteke xeyalî ye, di nav civakê de rastiyek e. Xwesu ji bûkên xwe hez nakin û gelek caran dibine sedemê xirabkirina hêlîna zarokên xwe, dibine sebebê hevûdu berdana kur û bûka xwe.

Mirov dikare bibêje gelek kesên ji rêzê ên di nav civakê de hene, di nav cîhana romanê de cih girtine. Apê Keskê Riza tîp û karekterekî hiþyar, zana û kurdperwere. Wî navên kurdî li zarokên xwe daniye. Navê kurî wî "Ronî" ye û navê keça wî "Dîlan" e.

Xwesuya Gulîyê xwesuka zalim, bêwijdan, xirab û dijminê bûka xwe ye. Seyitxan tam kurê diya xwe ye, ji gotina wê dernakeve û ji bo diya xwe mala xwe xirab dike, jina xwe, diya du zarokên xwe ber dide. Doktor/bijîk Bager û Keskê jî kesayetiyên di nav civakê de ên wek wan gelek in. Bi gotineke kin û kurt, romana Aynur Aras Xanimê "Leylana Kesk" romaneke bi naveroka xwe sosyal/civakî ye û di kategoriya ekola realîzma civakî û surrealîzmê de ye. Roman bi her awayî romaneke serketî ye.

Di romanê de du keç û jinên sereke Keskê û Gulî ne. Dil û kezeba mirov bi Gulîyê diþewite. Di fînala romanê de jî dilê mirov bi Keskê diþewite. Gulîya bêçare û bêxwedî, gelek tiþt têne serê wê. Di romanê de Keskê tunebana jî, tiþtên ku têne serê wê bi xwe dibe romanek. Bingeha romanê bi giranî serpêhatî û serborîyên Gulîyê ne. Zilm û tehda xwesuyê a li ser Gulîyê ye. Lêbelê di fînala romanê de tiþtê ku tê serê Keskê jî trajedîye, dil û kezeba mirov diþewitîne.

"Leylana Kesk" romana trajediya bûk û xwesuyê, tecawiza navmalbatî, xwe darve kirin, felaket û sosretên ku têne serê keç û bûkên di nav cîhana romanê de tê rave kirin.

"Leylana Kesk" Romanek dilþewatiye ye. Heta mirov xwendina we diqedine, dil û kezeba mirov diþewite, girîna mirov tê.

Trajediya bûken ciwan tê de tê rave kirin. Eceba ku tê sere bûka axayê eþirê, xwedarvekirina wê, bûyera ku tê sere Nigarê-Keskê- û trajediya Guliyê dil û kezeb li mirov disewitine. Finala romanê bi tradejiyeke ku mirov dide girinê diqede. Guli perê Bavê xwe didize winda dibe.. Keskê dikeve emeliyatê, diwelide.

Di romanê de realizm û surrealizm bi þêweyeke zanistî û bi hunereka edebi hatiye bikar anin. Teknîka nivîsîna wê jî û vegotina pareler jî serketîye.

Ez bi kurtahi ve bibejim; Xanim Aynur Aras di romana xwe a yekem de bi serketiye. Bi heviya ku ew hej gelek romanên wiha serketî biafirîne, binivîse û biweþîne bigihîne ber destên xwendevanên kurd.

Romanivîskarên jin ên kurd hindik in. Hejmara wan bi qasî tilîyên du destan tune. Lewre jî girîng e ku xanim Aynur Aras romanivîskariya xwe bidomîne û hê gelek romanên din biafirîne.

Ez jî wekî xwendevanekî kurd ê edebiyathez û yekî ku ji xwendina romanan hez dike li benda romana wê ya duyemîn im.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Mizgîn Can behsa Qedrîcan dike: Bavê min bi me te tirkî xeber dida

Mizgîn Can behsa Qedrîcan dike: Bavê...

04 07 2022

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Ev jî hene

Cannes a sînemayê

Cannes a sînemayê

16 05 2017

Medya, pêþeroj, mirovahî û kurd

Medya, pêþeroj, mirovahî û kurd

13 12 2009

Etarê Sêrtê

Etarê Sêrtê

03 06 2021

Newroza 2009'an wisa derbas bû

Newroza 2009'an wisa derbas bû

27 03 2009

Þiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî

Þiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî

16 04 2012

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname