Amed
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser giliya Midûriyeta Polîsan a Amedê der barê Şaredar Osman Baydemîr de lêpirsîn da dest pê kirin.
Midûriyeta Polîsan a Amedê der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de ji ber axiftina wî ya li Platforma Hilbijartinê ya Azad ku li Salona Sporê ya Şaredariya Baglarê hatibû li dar xistin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir.
Metna axaftina Baydemîr ya wekî, "Kesên ku ziman, çand û nasnameya vî gelî qebûl nekirine, di encama têkoşîna 20 salan de ev yek qebûlkirine. Ev têkoşînê wiha dom bike, dê neçar bimînin ku navê warên kurdan jî serbest berdin" ji Serdozeriya Komarê re hate şandin. Dozgerî jî li ser vê yekê der barê Baydemîr de lêpirsîneke da dest pê kirin û di encamê de ger rastî hêmaneke sûcê bê dê doz veke.
Her wiha ji ber axaftina endamê Komîsyona Hilbijartinê yê DTP'ê yê Bajêr Lutfî Dag, ku gotibû "Em ne bi tenê 2 bajaran hemû bajarên Kurdistanê dixwazin" û ji ber stranên "Oramar" û "Destana Zapê" jî lêpirsîn hat destpêkirin.


