logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Lîstikvanên fûtbolê ên kurd komkujiya Rojava şermezar kirin

Li Rojavayê Kurdistanê, komkujiya El Nûsra ya li dijî sivîl û zarokan li her devera kurd lê dijîn tê şermerzarkirin. Lîs

  • Dîrok: 10/08/2013
  • Beş: Spor

ALÎ GULER - HAGEN 

 

Li rojavayê Kurdistanê, komkujiya El Nûsra ya li dijî sivîl û zarokan li her deverên ku kurd lê dijîn tê şermerzarkirin. Lîstikvanên SV Ararat ku yek ji klûba herî kevin a futbolê ya kurdên li Almanyayê ye, di maça dostaniyê ya bi SSV Hagen a alman re, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava banda reş girêdan û pankart vekirin. Berdevkê Klûbê Mehmet Sari bang li gelê kurd kir ku li her devera ku lê dijîn, komkujiya li Rojava şermezar bikin.

Tîma SV Ararat a li Gevelsberg a ser bi bajarê Almanya Ennepentalê di sala 1990'î de ji aliyê ciwanên kurd ve hat damezrandin. Araratê, duh li hemberî tîma alman SSV Hagen maçeke dostaniyê lîst û di vê maçê de komkujiya li Rojava şermerzar kir. Lîstikvanên tîmê banga reş girê dan û bi pankarta bi nivîsa "Em qirkirina li rojavayê Kurdistanê şermezar dikin" derketin maçê. Berî maçê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.

'DIVÊ KURD SPORT JI VÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKE' 

Berdevkê Klûba Futbolê ya SV Ararat Mehmet Sari da xuyakirin ku ji bo ew balê bikşînin ser komkujiya li Rojava û raya giştî ya alman di vî warî de agahdar bikin, wan çalakiyeke wiha pêk anîne.

Sari diyar kir ku divê tu kurd li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne û got, "Rojava birîna me ya xwîn jê tê ye. Lê îro haya kesî ji wê derê tune ye. Dev ji almanan berdin, haya kurdan zêde ji wir tune ye. Ji bo em bala mirovan bikşînin ser rewşê, em jî bi pankart û girêdana banda reş derketin maçê."

Mehmet Sari bang li kurdan kir ku li her devera ku lê dijîn çalakiyan bikin û got, "Ji destê me ev tê. Dibe ku tiştekî biçûk e, lê li gorî me watedar û girîng e. Em bi dil û can li gel Rojava ne. Divê ev baş were fêmkirin. Me li vê derê bala ciwanên ewropî yên ji bo temaşekirina maçê hatine, kişandin. Eger tevahiya tîmên kurd vê bikin, emê xwe bigihînin bi hezaran mirovan û dengê xwe bidin bihîstin."

Sari diyar kir ku divê El Nusra û çeteyên din ên bi navê Îslamiyetê vê komkujiyê dikin werin teşhîrkirin û got, "Tu pêwendiya pêkanînên van bi Îslamiyetê re nîn e. Divê were teşhîrkirin. Diviyabû Yekîtiya Sportvanên Kurd "Kurd Sport" a berî çend mehan li Ewropayê ava bû, pêşengî bikira. Diviyabû klûbên kurd ên li Ewropayê, ji bo çalakiyeke bi vî rengî pêşniyar bikira. Lê mixabin ji wan jî tu deng derneket. Me jî biryar da ku nerazîbûna xwe bi vî rengî bînin ziman. Em hêvîdarin tîmên din ên futbolê yên ev helwesta me dîtine, wê çalakiyên bi heman rengî pêk bînin."

Sari bang li her kesî kir ku di warê madî û manewî de alîkariyê bidin Rojava û got, "Bêdengî ne însanî ye." Sari ragihand ku eger komkujî dewam bike, ewê bi pankart û banda reş derkevin hemû maçên lîgê yên di meha rezberê  de dest pê bikin.

SV Ararat ku di sala 1990'î de li Gevelsberg a ser bi bajarê Almanya Ennepentalê ji aliyê ciwanên kurd ve hat damezrandin, ev pênc sal in di Kreis Liga A de dilîze. Klûb xwedî du tîman e. Di nava tîmê de li gel kurdan, lîstikvanên alman, îtalî, azerî û tirk jî hene.


Ji ANF'ê hatiye girtin

 

**

 

 

 

 

 

 

 

REKLAM:

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hejmara 7-8 a Dîwar li benda we ye.

Ji bo agahiyên berfirehtir:

 

www.kovaradiwar.com

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 13 10 2026

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

news
  • 13 10 2026

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

news
  • 10 10 2026

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

news
  • 09 10 2026

Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn

news
  • 08 10 2026

Kahtaspor têk çû

news
  • 07 10 2026

Bedlîsê nîv duzîne gol avêtin Silifkeyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Evîndar bû, têk çû!

ad

Li ser 'Mijabad'ê hevpeyvîn

ad

Îsa Heso bang li raya giştî ya demokrat a Tirkiyeyê kir

ad

16 rojnameger hatin girtin

ad

Li ser Peng Shuai îdîayên nû

ad

Hevserokê DTP’ê dê bi Zapatero re hevdîtinê çêke

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname