logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not

Li Serêkaniyê, piştî ku yekîneyên parastina gel çeteyên El Nûsra ji navçeyê derxist, li gundên Til Xelef, Mişrif, Herdan

  • Dîrok: 05/08/2013
  • Beş: Serbest

AHMET SUMBUL 

Li Serêkaniyê, piştî ku yekîneyên parastina gel çeteyên El Nûsra ji navçeyê derxist, li gundên Til Xelef, Mişrif, Herdan û Esfer Necar ên 1-2 kîlometre dûrî navçeyê ne eniyeke şer vebûye. Li vê eniyê, kozikên aliyan car caran 400-500 metre dûrî hev in. Li van kozikan El Nûsra bi roj bi Karnasan û bi şev jî bi hewanan êrîşên tacîzan dikin. Hêzên YPG û gel çek hilgirtiye, ji van kozikan dem bi dem diavêjin ser kozikên El Nûsra.

Li Rojavayê Kurdistanê, yek ji cihê ku herî zêde lê şer û pevçûn diqewime, navçeya Serêkaniyê ye. Endamên El Nûsra yên par di meha Tîrmehê de di encama berxwedana gel û Yekîneyên Parastina Gel de ji navçeyê hatibûn derxistin, li çar gundên derdora navçeyê bicih bûne.

Koma El Nûsra ya di nav de biyanî jî hene, li hemberî berxwedana gundiyên jin-mêr neçar ma xwe vekişîne û bi piştgiriya hêzên YPG'ê re pêşî li êrîşên nû yên li dijî Serêkaniyê hat girtin.

Em diçin 4 gundên derdora gund ku bi roj bi çeka Karnasê û bi şev jî bi hewanan êrîşên tacîzê tên kirin.

GUNDÎ JI BO AXA XWE BIPARÊZIN LI KOZIKAN E

Navbera kozikên gel û hêzên YPG'ê û endamên El Nûsra car caran kêmî 500 metreyî dimîne.

Li kêleka kozikên aliyê kurd, gundên hatine valakirin hene. Gundiyan jin û zarokên xwe şandin Serêkaniyê û ji bo parastina axa xwe ev du heftene li vê derê ne.

Em bi gundiyên li kozikan re diaxivin. Piraniya wan bi xwedîkirina heywanan bi cotkariyê re mijûl in. Li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina gundên xwe, li ber xwe didin.

Cihê em lê ne 300 metre dûrî deriyê sînor ê Serêkaniya ser xetê ye. Mal hatine valakirin û li nuqteyên pêş, kozik hatine kolandin.

Em bi gundiyên li kozikan re diaxivin; "Em li benda fermanê ne ji bo pêş ve biçin. Ev çete ji bo me ne girîng in. Hemû çeteyên bi pere ne. Em dixwazin bi pêş ve biçin û wan ji wê derê xalî bikin. Lê belê YPG timî ji me re dibêje 'li cihê xwe bimînin, cihê biparêzin' û me disekinîne. Em li benda fermana wan e."

JI BO EL NÛSRA ÇIMA EV DER GIRÎNG E?

Em li nêzî gundê Keşto yê di destê YPG'ê de ne û li pêşberî Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ne.

Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Mala Mamosteyan, ji vir ve baş tê dîtin.

Têkiliya El Nûsra ya bi Tirkiyê re Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ye, lewma giraniyê dide vê derê.

Gundî diyar dikin ku wan El Nûsra ji Serêkaniyê derxistiye, lê li herêmên Til Xelef û Esfer Necarê bi cih bûne û dibêjin, "Di nava rojê de gelek caran bi çeka sûîkastê bi karnasê êrîş dikin. Dema roj tarî dibe, dibe şev jî bi hawanan êrîş dikin. Berî niha bi karnas êrîşî wesaîteke me kirin lê lênedan. Duh êvarê li nêzî gundê Keşto pevçûneke giran derket. Lê niha bêdeng e." (Dibêjin, rojek piştî veqetîna ji herêma Serêkanî-Til Xelef, di encama sûîkasta bi karnas de gundiyek jiyana xwe ji dest dide)

Gundî radigihînin ku çeteyan hefteya derbasbûyî du tank anînê Til Xelef û ji vê derê dest bi êrîşan kirine û tînin ziman ku tank ji aliyê El Nûsra ve hatine kirêkirin û piştî guleyên wan qediyane, ew her du tank vegerandine.

ŞÊNIYÊN SERÊKANIYÊ: MEH SAL JÎ DERBAS BIBIN EMÊ DEST JI KOZIKÊN XWE BERNEDIN

Em şahidiyê ji êrîşên bi karnasan ên endamên El Nûsra dikin ku li cihê daristanî Û malên vala yên li gundên Til Xelef û Esfer Necarê bi cih bûne.

Gundiyên li kozikan dibêjin, çete bi karnasan êrîşî gundiyên ji bo avdana beçxeyên bi roj derdikevin derve dikin û heta niha çend kes birîndar bûne.

Em bi gundiyekî bi navê Kasim Mûhammed ê li kozikê re diaxivin. Ev 15 roj in nobedê digire û dibêje; "Meh, sal jî derbas bibin emê dest ji van kozikan bernedin. Ev gundê me ye û emê neterikînin. Em bi tenê gundê xwe diparêzin. Li pêşberî me Esfer Necar, Herdan, Mişrif, Til Xelef ên çete lê bi cih bûne hene. Gundiyên li vê derê ji gund derxistine û li wir bi cih bûne.

Li hemberî êrîşan me jin û zarokên xwe şandin Serêkaniyê. Gundiyan rahiştin çekan û dûre jî yekîneyên YPG'ê jî hatin alî me.

Bi roj em di kozikên xwe de ne, ji dijberên me bi çekên sûîkastê êrîş tên kirin. Êvarê jî ji dûr ve bi Doçka, Şerka û Hewanan êrîş dikin. Berê tankên wan hebûn, bi wan êrîş dikirin. Lê niha bi van çekan êrîş dikin. Nikarin xwe nêzî me bikin. Car caran em jî diavêjin ser wan û darbeyê li wan dixin. Emê çeteyan ji wê derê derxînin. Heta dilopa dawî ya xwîna me, heta ferdê dawî emê li vir bimînin û vê derê biparêzin."

 

Ji ANF'ê hatiye girtin 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo wergera nameyên bi kurdî ji girtiyan pere tê xwestin

ad

Buffon transferê PSG'î bî

ad

Lîstikvanê serketî yê tûrnûvayê: Iniesta

ad

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin

ad

Demirtaş: Wê li cihên kurd lê dijîn du ziman hebin

ad

Mebûsa kurd dê bibe Seroka Hollandayê?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname