Diyarname
Koma Teknîkê ya UEFA'yê 23 lîstikvanên herî serketî yên tûrnûvaya Euro 2012 hilbirta. Di nav van 23 lîstikvanan de lîstikvanê Spanyayê Andres Iniesta wekî lîstikvanê herî serketî hat hilbijartin.
Iniesta di vê tûrnûvayê de qet gol neavêt û tenê asîstek avêt lê ji ber ku di warê êrîşkirinê de yek ji lîstikvanên herî serketî bû, ev xelat bi dest xist. Ji koma teknîkê ya UEFA'yê Andy Roxbuirgh digel Iniesta bal kişand ser serketina Pirlo (lîstikvanê Îtalya) lê diyar kir ku di fînalê de merc ne li gor wî bûn. Roxbuirgh wisa got: "Li nav lîstikvanên Spanyayê, Xabi Alonso, Xavi û Iniesta gelek serketî bûn. Xavi di tûrnûvaya din de ev xelat girtibû, vê carê jî dikarî bi dest bixe lê fikra me ew u ku Iniestayê ev xelat heq kir.
Di nav Koma Teknîkê de ev teknîker hebûn: Fabio Capello, Jerzy Engel, Dusan Fitzel, Gerard Houllier, Lars Lagerback, Gyorgy Mezey ve Holger Osieck. Di nav 23 lîstikvanên ku wekî yên herî serketî hatine hilbijartin de 10 ji Spanyayê ne.
Vaye lîsteya 23 lîstikvanên herî serketî yên UEFA'yê:
Qelecî: Gianluigi Buffon (Îtalya), Iker Casillas (Spanya), Manuel Neuer (Almanya)
Parêzvan: Gerard Pique (Spanya), Fabio Coentrao (Portekîz), Philipp Lahm (Almanya), Pepe (Portekiz), Sergio Ramos (Spanya), Jordi Alba (Spanya)
Sehaya Navîn: Daniele De Rossi (Îtalya), Steven Gerrard (Îngilistan), Xavi (Spanya), Andres Iniesta (Spanya), Sami Khedira (Almanya), Sergio Busquets (Spanya), Mesut Ozil (Almanya), Andrea Pirlo (Îtalya), Xabi Alonso (Spanya)
Forvet: Mario Balotelli (Îtalya), Cesc Fabregas (Spanya), Cristiano Ronaldo (Portekiz), Zlatan Ibrahimovic (Swêd), David Silva (Spanya)
***
Nûçeyên eleqedar:
- Fînala mezin îro ye
- Fînalîstê yekemîn diyar bû: Spanya
- Brîtanyaya mezin di Cîzmeyê de winda bû!
- Nîv fînalê yekemîn Portekîz e
- Çarîk fînalîstên dawîn diyar dibin
- Alman û Portekîz çûn, îro dora kî ye?
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike