AMED
Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş diyar kir ku ew li benda sererastkirinên dewletê namînin û got: Li cihên ku kurd lê dijîn dê du ziman hebin.
Demirtaş got; “Em li benda sererastkirinên zagonî û destûra bingehîn ên dewletê manînin. Li cihê ku kurd lê dijîn û li hemû qadên jiyanê bi du zimanan biaxivin. Ger îro hinek BDP’yî zimanê xwe yê zimakî nezanin, ew ne şerma wan, şerma dewletê ye.”
Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û rêveberên din ên BDP’ê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan çûn serdana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a şaxa Amedê. Demirtaş diyar kir ku ev êşên li herêmê derketin hemû jî para dewletê ne.
DIKARIN BI LÊBORÎNÊ DEST PÊ BIKIN
Demirtaş got; “divê mirov bi boriya xwe re bê beramberî hev û diyar kir ku hikumet dibêje em wekî hikumet van êşên hatin kişand fam dikin, lê ger ji dil bin, dikarin bi lêborînê dest pê bikin. Ji bo dewletê ya bingehîn herdemtî ye. Dibe 3 hezar gund ne di dema AKP’ê de hatibin şewitandin, lê dikare lêborînê bixwaze. Berpirsê 17 hezar kuştinên kiryarên wan nediyar dewlet e. Ji ber vê jî hûn dikarin lêborîn bixwazin.”
Her wiha Demirtaş bal kişand ser zimanê zikamakî û diyar kir ku demek dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye û bi bîr xist ku Wezîrê Dewletê û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç di meclisê de hevokek kurdî bikar anî.
BIŞAFTIN ŞERMA PERGALÊ BI XWE YE
Demirtaş got; "Ger kurdek li Tirkiyeyê nikare bi kurdî bipeyive, ew ne gunehê wê/î ye. Ew şerma sîstema ku 80 sal in kurdan asîmîle dike ye. Li şûna Birêz Arinç li Lijneya Giştî renxeya ‘BDP’yî û kurd bi kurdî nizanin’ bike, bila lêborînê bixwaze. Ew bi xwe wezîr e û nûneriya dewletê dike. Divê ji ber polîtîkaya bişaftinê ya dewletê li dijî kurdan bikar anî, lêborîna xwe bixwaze."
EM DEST JI XAPÎNOKAN BERDIN
Demirtaş got; “li vî welatî wê ji bo tirkî olîmpiyat bên amadekirin, lê dema tenê wê ji ber vexwendnameyek bi kurdî Şaredarê Bajarê Mezin riya di navbera dadgeh û şaredariyê de bipîve. Ma xapînokek wiha dibe? Wê ji bo tirkî her tişt bê kirin, lê vexwendnameyek bi kurdî ji kurdan re zêdegavî ye. Her îro parlementerên BDP’ê bi kurdî nizanin, nikarin bipeyivin, ne şerma wan, şerma dewletê ye. Ger Arinç bi zimanê dayika xwe perwerde nedîtiba, niha çawa bi 300 peyvan biçûya li ser kursiyê meclisê rûne. Em dest ji van xapînokan berdin.”
EM ÊDÎ SERERASTKIRINAN NAMÎNIN
Demirtaş diyar kir ku divê esnaf zimanê zikmakî bikar bîne, navê markayên bazar û bazargehan bi zimanê zikmakî be, menû û tabela bi du zimanan be. Demirtaş diyar kir ku ew êdî li benda sererastkirinên zagonî û destûra bingehîn ên dewletê yên ji bo zimanê zikmakî namînin.
Pişt re li ser pirsgeke rojnamegerek a wekî "Ji bo navên bi kurdî tengasî hene?" Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bersiv da û wisa got: "Niha li 97 cihan tabelayên bi kurdî û tirkî hene. Êdî wê hemû mêvanên ji derve tên bajêr bi tabeleyan du zimanan bêne pêşwazîkirin."


