Li ber ronahiya Agirê Çaran þano
Mem Mîrxan*
Hefteya borî ji her kesî dûr û bêyî çapemeniyê wekî Þanoya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê me li Zindana Amedê þanoya kurdî pêþkêþ kir. Ez ne þaþ bim, serê salê bû ji girtîgehê bi îmzeya Leyla Guven (Þaredara Wêranþarê ku niha di zindanê de ye) daxwaznameyek ji me re hat. Di daxwaznameyê de dihat xwastin ku þanoyeke kurdî bê hepsê da ku girtiyên azadiyê karibin li þanoyek kurdî temaþe bikin.
Me tavilê bersiva daxwaznameyê da. Di wê demê de 2 lîstikên me yên berdest hebûn . Þanoya “Hamlet” û ya “Xulamê Du Xwedî”. Me her du lîstik xistin CD’yan û tevî erêkirina Þaredariyê ji Dozgeriya Komarê re þandin.
Di navberê re gelek dem derbas bû. Heta ku destûr derket em gihîþtibûn 26’ê pûþperê. Lê bila be, ji bo rojeke wisa dîrokî mirov dikare salekê jî bisekine. Roj hat me dekor , alavên ronahiyê û cil û bergên lîstikê bar kirin û berê xwe da Zindana Amedê.
Wekî her amediyekî ez jî gelek caran ji bo hevdîtinan çûbûm wê girtîgeha ku hîn dengê Kemal Pîr tê de olan dide. Çi dibe bila bibe, di ser re çiqas dem derbas dibe bila be, hê Mazlûm Dogan bi berxwedana xwe ya bêhempa di hucreya xwe de ye, stranên azadiyê dibêje. Agirên Çaran hemû dikê ronahî dike, û em li ber ronahiya Agirê Çaran dilîzin. Û hemû kesên di wê zindana Amedê de îþkence dîtine û þehîd ketine, mêvanên me yên rûmetê ne. Ew, bi rastî jî çarþemiya borî li ba me bûn. Bi taybetî heval Kemal Pîr heta ku jê dihat dikeniya, û li Esat Oktay dinihêrî û digot:
- Mêro ka te digot kurdî ne ziman e, ka te digot, tirkî biaxive pir biaxive. Binêr tovên þoreþê zîl da û xwe gihand vê salona sporê ku te di vir de bi me îþkence dikir. Binêr em bi kurdî diaxivin, û pir jî diaxivin.
Helbet di vê roja dîrokî de mirov nikare hemû hestên hatine jiyîn binivisîne.
Ji bo jinên azad jî hewce ye em çend gotinan bibêjin.
Ew jinên ku me di têkoþîna rizgariya gelê kurd de her tim li pêþ didîtin, bêyî ku em deriyê azadiyê li wan vekin, me deriyên hunera kurdî li wan vekirin. Bi qasî 3 saetan em li ba hev man. Ji her tiþtî û li ser her tiþtî em axivîn. Hêvî û baweriya wan gelek mezin bû. Bi xweþikbûneke azad em bi hev re bi “Xulamê Du Xwedî” û fen û fûtên wî keniyan.
Û me nîvê kenê xwe li Zindana Amedê hiþt. Heta ku hemû Jinên Azad û hemû girtî dernekevin em ê nîvçe bikenin.

Kunyeya lîstikê:
Nav: Xulamê Du Xwedî
NIVÎSKAR: Carlo Goldonî
DERHÊNER: Ruknettin Gun
WERGER: Zana Jarr
SÊWIRÎNERÊ DEKORÊ: Serdar Geren
SÊWIRÎNERÊ KOSTUMÊ: Ýsmail Oyur
SÊWIRÎNERÊ RONAHIYÊ: Bayram Can
SÊWIRÎNERA AFÎÞÊ: Bahar Demirtaþ
LÎSTIKVAN: Yavuz Akkuzu, Leyla Batgi, Elvan Koçer, Rêzan Kaya, Ozcan Ateþ, Þahabettin Dag, Bora Çelik, Kemal Ulusoy, Vural Tantekin, Þehmus Acarcan, Hamdusena Ozbey
MIJAR: Xulamê Du Xwedî, cîhaneke ku di nav de “nirxê” herî qedirbilind pere ye, têkilî li gorî pereyan þêwe digirin û evîn jî tên kirîn û firotin radixe ber çavan. Ne pêkan e ku mirovên sînorên wan tenê li gorî pereyan diyar dibin xwe, mejiyên xwe û giyanên xwe biparêzin. Pisûlaya pereyan kîjan hêlê nîþan bide evîn diçin wê hêlê, evîn bigihîjin hev jî, yê serketî her ew e. Dereweke ku tenê ji bo “berjewendiyan” hatiye kirin jî dikare her tiþtî biguherîne, di herikîna jiyanê de diyarker bibe. Jiyan bi awayekî ji awayan dibe derew bixwe, mirov xwe di nava xirecira cîhaneke ku bi pereyan hatiye ristin de dibînin. Di vê cîhana dîn û har de tiþtê ji mirovan re mayî tenê ew e ku bibin parçeyeke vê pergala hatî afirandin; qada wê diyar e, hê di destpêkê de hatiye pênasekirin.
*Serokê Daireya Çand û Turizmê ya Þaredariya Mezin a Amedê