Diyarname
Ji bo valahiya rojnameya Azadiya Welat bê dagirtin rojnameya bi navê Rojev derdikeve. Rojev 13'yê mehê li bayiyan e.
Dadgehê di 29'ê meha borî de meheke cezaya girtinê lê hatibû birîn û hatibû girtin, di warê rojnameya bi kurdî ya rojane de jî valahiyeke derketibû holê. Niha ji bo ev valahî bê rakirin û xwendevanên kurdî yên li Tirkiyeyê û bakur bê rojname nemînin Rojeve derdikeve.
Roja 13'yê vê mehê li bayiyan e.
Berpirsê Karên Nivîsaran ê Rojevê Mustafa Akgul da zanîn ku digel hemû girtin û astengiyan jî dê rojnamegeriya kurdî bi paş ve gavê navêje.