Diyarname
Yek ji lîstikvanên girîng ê Brezîlyayê Kaka Leite yê 35 salî ji ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek weşand û xatir xwest. Kaka wisa got: "Ji tiştên min xeyal kir zêdetir bûn. Ez sipas dikim. Niha ji bo serdemek nû amade me."
Kaka di jiyana xwe ya fûtbolê de pêşî li Sao Paulo ket nav lîstikvanên navdaran û ji wir transferê Mîlana Îtalyayê bû. Paşê derbasî Real Madrîdê bû û piştî çend salan di sala 2014'an de çû Orlando City ya DYA'yê. Kaka herî dawî di meha kewçêrê de li Orlando City bû û niha dest ji fûtbolê berda.
Kaka dema li Mîlanê dilîst di sala 2007'an de wekî lîstikvanê herî serketî yê salê hatibû hilbijartin û xelata "Goga Zêrîn" (Ballon d'Or) bi dest xistibû. Her wiha di sala 2002'yan de ligel Tîma Neteweyî ya Brezîlyayê Kûpaya Cîhanê ya 2002'yan girtibû.