Diyarname
29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fîlmên Jinan 2'yê mehê dest pê kir. Festîval heta 7'ê mehê li dar e.
Weqfa Uçan Supurge ev 29 sal in fîlmên derhênerên jin tîne û nîşan dide. Îsal jî festîvalê dest pê kir. Fîlmên festîvalê li Sînemaya Kult Kavaklidere ya Enqereyê têne nîşandayîn. Ji 23 welatan 47 fîlm di festîvalê de têne nîşandayîn.
Pêşbaziya festîvalê bi navê "Her biri ayri bir renk" (Her yek rengek cuda) bi peşengiya FIPRESCI li dar dikeve. Endamên juryê ji Tirkiye Ece Vitrinel, ji Fransayê Nadia Meflah û ji Misirê Omnia Adel e.
Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm hene.
Yek ji van fîlmê derhêner IldikO Enyedi "Dostê Bêdeng" ku li Venedîkê Xelata Fipresci girtibû. Fîlm li ser xweza, bîr û têkiliya însan e jî dê bê nîşandayîn.
FÎLMÊN KANADAYÊ
Di beşa "Awir" de fîlmên ji Kanadayê têne nîşandayîn. Hin fîlmê ji Kanadayê bi navê "Among thi Pines" (Li nav darên çamê), "Mangitatuarjuk" (Zinarkoj), "How Brief" (Çiqas kurt), "To Be Eighteen (The War)" (Bûyîna Hijdeh (The War))" "Dormance" hin ji van fîlman in.



