Diyarname
Pirtûkên Helîm Yûsiv li farisî têne wergerandin û dê bêne weşandin. Niha gava yekemîn hate avêtin: Mirî Ranazin bi farisî hate weşandin.
Li paytexta Îranê Tehranê weşanxaneyek bi navê Emû Elewî dest pê kiriye pirtûkên Helîm Yûsiv werdigerîne farisî û diweşîne. Di vê çarçoveyê de wekî pirtûka pêşî "Mirî Ranazin" li farisî hate wergerandin û hate weşandin. Pirtûk ji aliyê Mêhdî Ceferzade ve ji kurdî ji bo farîsî hate wergerandin. Wergêr Cefedzade kurdekî ji kurmancê Xorasanê ye û li Îranê dijî. Li gor agahiyên li ber destên me pirtûkên din ên Helîm Yûsiv jî bi rêzê dê bêne wergerandin.
Li ser pirtûkê Sahar TV nûçeyek çêkir û wergêr Mêhdî Ceferzade beşdarî bernameyê bû. Di bernameya bi navê "Tûrikê Zêrîn" de wergêr Ceferzade li ser meseleyê agahî dan temaşevanan û nivîskar Helîm Yûsiv jî bi telefonê beşdarî bernameyê bû.


