Diyarname
Kovareke din li kovarên kurdî zêde bû: Peyam. Peyam mehê carekê dê derê û dê li ser xeta olî dê weşana xwe bike.
Hejmara yekem a kovarê bi sernava “Îslam! Baweriya rastî û îstîqamet” derketiye. Di nivîsa mutefekkirê Îranî Ebdulkerîm Sûrûş ya bi navê “Raman û Bingeha Sekularîzmê” de ku Lezgîn Çalî wergerandiye kurdî, Sûrûş nirxandineke ilmî û zanistî li ser sekularîzmê dike û fikrên xwe yên li serê tîne ziman.
Nivîsa “Alim û Şaîrekî Winda: Siyahpoş” ku li ser jiyan, berhem û hunerê şairê mezin ê kurd Siyahpoş e, Mehabad Hêlîn nivîsandiye.
Osman İzol di nivîsa xwe de li ser şîretên Loqmanê Hekîm sekiniye û di çarçova wan şîretan de hin nirxandin kirine. Celîl Cewher jî di nivîsa xwe de li ser jiyana Yûsuf Pêxember sekiniye û encamên ku divê ji wê hîkayê bêne girtin rave kirine.
Yakup Aslan, Fikrî Amedî, M. Ebdusselamê Şad, Emînê Botikî, Reşidê Hiritî, Mihemed Jiyan, Murad Celalî, Umîd Demîrhan, Abdulkadir Bingol, M. Xalid Sadînî jî bi nivîs û wergerên xwe û Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Siyahpoş, Şêx Nûreddînê Birîfkanî, Melayê Bateyî û Eliyê Herîrî jî bi helbestên xwe di jimara yekem a Peyamê de cih girtine.
Xwedî û edîtorê kovarê Mihemed Jiyan e ku Jiyan di heman demê de xwedî Weşanxaneya Dîwan e. Kovara ku dê mehê carekê derê, dê xeta xwe li ser çand û huner û zêdetir jî bi gotar û nivîsên li ser ola îslamê derkeve pêşberî xwendevanên xwe.
‘Dê gotar û nivîserên li ser dînê Îslamê hebin’
Edîtorê kovarê Mihemed Jiyan li ser armanca kovarê wisa dibêje: “Kovara Peyamê, li ser mijarên wekî çand, huner, ziman û ramanê weşanê dike. Bawer im, ne hewce ye ku em bêjin dê ev çand, huner û ziman kurd û kurdî be. Lê di warê ramanê de, wer dixuye ku divê em mijarê hinekî zelaltir bikin. Em dikarin bêjin dê gotar û nivîserên li ser dînê Îslamê, bi giranî cih bigirin. Armanca me bi vê yekê jî ew e ku, em tradîsyona dînî ya di nav xelkê me de heyî bi rêya alimên xwe yên ji hêla her kesî ve têne qebûlkirin bînin ser ziman û rê li ber şaşfêmkirin û çewtiyên ku ji ber atmosfera siyasî ya germ li ser dînê îslamê bûne mal bigirin.
Her wiha emê hewl bidin ku rê li ber bikaranîna dînê Îslamê wekî argumantekî polîtîk û hêmanekî asîmîlasyonê jî bigirin. Kovara Peyamê bi tu awayî ne siyasî ye û angajeyî siyasetê nabe. Belê, emê siyasetê nekin, lê emê li hêjayî û qîmetên xwe bi her awayî xwedî derkevin.”
‘Dîndariya bûye amûrê siyasetê ji destê kesên neelh derxe’
Heta niha bi navê Nûbihar kovareke li ser xeta olî hebû ku ji sala 1992’yan ve wekî kovara demsalî derdikeve. Niha Peyam jî lê zêde bû û li ser heman xetê dê weşana xwe bike. Mihemed Jiyan dibêje “Emê weşangerî û kovargeriya di qadeke firehtir û azadtir de bikin” û wiha didomîne: “Peyam, naxwaze bi tu kesî re bikeve nîqaşê û naxwaze dînekî/baweriyeke nû hînî kurdan bike. Feqet mebesta Peyamê ew e ku, heqîqeta dîndariya li Kurdistanê heyî, bi wasiteya seyda û alimên kurdan bîne ser ziman. Her wiha dixwaze ku dîn û dîndariya ku bûye amûrê siyaset û polîtîkayê jî ji destê kesên neehl rizgar bike. Lewra xelkê kurd ji vê
rewşê gelekî aciz e. Em jî dixwazin di vê çarçoveyê de xizmetekê bikin.”
Peyam berê xwe dide dîndarên kurd
Li ser ‘Peyam nêzî kîjan siyasetê ye, dê xeteke weşanê ya çawa bimeşîne” jî Jiyan dibêje Peyam ne girêdayî tu rêxistin, partî an jî dezgehekê ye û wiha dawî dibêje: “Polîtîkaya Peyamê ya weşanê xweşbîntir û firehtir e. Ji vê hêlê ve her kes dikare xwe tê de bibîne û bi dil rehetî nivîsên xwe jê re bişîne. Her wiha belkî em vê jî li ser zêde bikin: Dema ku kurdek dixwaze kitêb an jî kovareke dînî bistîne û metnekî dînî bixwîne, raste rast diçe berhemên ku ji hêla tirkên nijadperest ve têne derxistin distîne. Jixwe zimanê wan berheman jî tirkî ye.
Armanca Peyamê jî ew e ku ji kesên wisa re bibe navnîşan û navendek. Bi vî awayî dê ew dîndarê kurd hem dînê xwe ji çavkaniyên xwe bi wasiteya seyda, mela û entellektuelên xwe rast hîn bibe û hem jî dê zimanê xwe ji bîr neke û pêşvetir bibe. Em dikarin bêjin ku yek ji hîmên bingehîn ê ku kovara Peyamê li serê ava bûye ev hesasiyet e.”
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


