Azadiya Welat þayanê ‘Xelata Zêrîn’ hat ditîn
Hewlêr
Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê bi wesîlaye Roja Rojnamegerê Kurdistanê 22’ê Avrêlê wê merasîma pîrozbahîyê li darbixe. Di merasimê de wê yekemîn car Xelata Zêrîn bê dayîn û rojnameya Azadiya Welat þayanê vê xelatê hatiye dîtin.
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Azad Heme Emîn bi wesileya 115’emîn salvegera Roja Rojnamegerên Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de diyar ku, ew dê wekî Sendikaya RojnameGeriya Kurdistanê ji bo salvegera Rojnamegerên Kurdistanê merasimek pîrozbahîyê li darbixin. Di merasima salvegera Roja Rojnamegerên Kurdistanê 22’ê Avrêlê de ew dê cara yekem Xelata Zêrîn bidin û bi vî awayî berdewam kir; “Em wekî Sendikaya Rojnamegerên Kurdistanê di 22’ê Avrêlê de ahengek li dardixin. Di vê ahengê de em dê Xelata Zêrîn bidin rojnamegeran. Ji ber ku li rexmê hemû zext û êrîþên dewleta Tirk, rojnameya Azadiya Welat weþana xwe nerawestandiye bi berxwedana xwe ya bê hempa weþana xwe berdewam kiriye me rojnameya Azadiya Welat þayanî vê þayanê dîtiye. Xelata Rojnamegeriya Kurdî em dê li ser navê Rojnameya Azadiya Welat bidin Sernivîskarê Rojnameya Azadiya Welat."