Diyarname
Li Girtîgeha Jinan a Elezîzê der barê 9 jinan de ku di nav wan de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka HDP'ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Cîgira Seroka ESP'ê Fethiye Ok Çiçek heye lêpirsîn hat vekirin. Sedem? "Ji ber ku bi kurdî stran gotine". Erê di sedsala 21'ê de hê jî ji ber kurdî der barê mirovan de lêpirsîn tê vekirin.
Li gor nûçeya Jinnewsê di "tûtanak" (belgeya hatiye sazkirin) de wisa hatiye gotin "Bi zimanê jê nayê fêmkirin govend gerandine", "bi zimanê jê nayê fêmkirin sirûd xwendine".
Li gor belgeyê van kesan stranên kurdî gotine: “Hulya Alokmen Uyanik, Beritan Anahtar, Emine Erkan, Nuray Çelik, Dicle Bozan, Fethiye Ok Çiçek, Leyla Guven, Mihriban Şorli, Remziye Yaşar".
Gunay mesele ji wezîr pirsî
Berdevka HDP'ê û Mebûsa Mêrdînê Ebru Gunay mesele ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul pirsî. Gunay roja 23'yê mehê pirsiyarnameyeke da Gul û jê ev pirs kirin:
- Tu zagona ku stranên kurdî û govendgerandinê wekî sûc bibîne heye? Bi kurdî stran gotin û govend gerandin qedexe ye?
- Ji bo cezaya dîsîplînî ya van kesan bê betalkirin hûnê bikevin nava hewldanan?
- Ji bo dîsîplînên kêfî yên ku rêveberiyên girtîgehan didin hûnê tu lêkolînê bikin û tu lêpirsînan bidin dest pê kirin an na?


